Rêjîma Esed doh bajarê Seraqib li gundewarê Idlibê bi gaza kilor armanc kir, û di encamê de 30 sivîl ketin bînçikandinê de. Û ev kar binpêkirin e ji biryarên Encumena Ewlekariyê yên 2118 û 2235 re, yên der barê qedexekirina bikaranîna heyberên kîmawî û xazên jehrê.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî ji Encumena Ewlekariyê xwest ku bi erkên xwe rabin beramber berdewamiya bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîma Esed ve, û bi xurtî tekezî li ser giringiya kirina kar û rêşûnan li gor Benda Heftan ji belgeyasaya Netewên Yekbûyî kir, ji bo parastina gelê Sûriyê.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de îro tekez kir ku her derengiyek di helwestên piratîkî yên xurt de, wê derî li pêş tewan û binpêkirinên pirtir li dijî sivîlan veke.
Û helîkopterên Rêjîmê, doh êvarî, Bajar bi bermîlên teqîner, yên Gaza Kilor ya jehrîn di wan de ye armanc kirin, di heman dema pêkanîna balafirên Rûsî ji komelkujiyekê re li gundewarê Seraqibê, û taxên nişteciyan li gundê Ebû Alzihûr bi dehên êrîşên asîmanî armanc kirin, û bû egera şehîdbûna 12 sivîlan, jin û zarok jî di nav wan de hebûn, û bidehên birîndaran jî ketin.
Her weha balafirên Rûsî komelkujiyek li gundê Tel Toxan pêkanî û 5 kes şehîd ketin, û ew kuştin bû ji bo tolvedana ji sivîlan piştî ketina helîkoptereke Rûsî li deverê, bi sedema aloziyeke teknîkî, û mirina taximê wê yê ku ji 5 serbazên Rûsî pêk dihat.
Û Hevbendiyê dît ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpirsiyariyên xwe yên der barê parastina sivîlan li gor yasayên rewaya navdewletî hilgire, ji bo nehêlana tewanên cengê, û rawestandina gefên kîmawî yên berdewam yên li ser destê Rêjîma Esed û piştgirên wê.
Jêder: Hevbendî