Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Piştî bombebarankirin û dorpêçkirin û kuştina sivîlan û encamdana tawanên şer li dijî wan, dubare rêjîma Esed herdu biryarên 2118 û 2235 yên encûmena ewlekariyê, yên sebaret bikaranîna keresteyên kêmyayî û gazêz jehrîn binpê dike.
Ku duhî, hilîkopterên rêjîmê bermîlên teqîner yên gaza kilora jehrirdar di wan de avêtin ser taxên nişteciyan li bajarê Seraqib li gundewarê Idlibê.
ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî tê xwestin ku bi erkê xwe rabe li hember dubarebûna bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê rêjîma Esed de, û pêwîst e rêşûnên bilez bistîne di bin benda heftan de ya belgenameya NY ji bona parastina gelê Sûriyê.
Rewşa rojane tekez dike ku serbaret rêjîma Esed hemû rêkeftinên navdewletî û biryarên berê yên encûmena ewlekariyê, çi yên girêdayî bi çekên kêmyayî yan yên din, bêmifa û bêwate ne, û herwiha her xemsariyek di nestandina helwesteke vebir de, wê dergehan li pêş encamdana tawan û binpêkirinên zêdetir veke.
Pêwîst e Civaka Navdewletî bi erkê xwe yên taybet bi parastina sivîlan ligor yasa navdewletî rabe, û rê li tawanên şer û gefên çekên kêmyayî yên berdewam li ser destê rêjîma Esed û hevalbendên wê bigire.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
02 tebax 2016