Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li destkeftên Artêşa Azad ên li derdora bajarê Helebê dike, û serkeftina wan di têkşikandina dorpêçkirina bajarê Helebê û pûçkirina pîlanên rêjîmê û hevalbendên wê de, yên armanca wan kuştin û koçbarkirina xelkê û valekirina taxên Helebê ji nişteciyên wan bû.
Ev serkeftin namayek xuya û eşkere ye, bo heryek ji rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsiya û Îranê, û ji aliyek din aliyên civaka navdewletî re, ya bêdeng maye li hember barana mûşekên Rûsiya û bermîlên teqîner yên Esed li ser xanî û avahiyên sivîlan li tevaya navçeyên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî, pîrozbahiya gelê Sûriyê dike, hevdem tekez dike ku serkeftinên Artêşa Azad nîşana wê yekê ne ku vîna gelê Sûriyê têknaşike, û herwiha armancên şoreşa pîroz wê misoger bibin, û çareseriya leşkerî ya tawankar wê bêencam bimîne, tevî piştgiriya leşkerî ya Rûsiya û Îranê û tawankariya rêjîmê, ya di şikandina hêza miletekî jiyanxwaz de bi ser nakeve.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
06 tebax 2016