Piştî gera dawî ya Nivîsgha Têkiliyên Derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ENKS li herêma Kurdistana Iraqê,Tirkiyê û hin dewletên Ewrupa, endamên Nivîsgehê simînar li bajar û bajarokên Kurdî li hundurê welat li dar xistin.
Simînara dawî, îro roja Şemiyê 6 Tebaxê, li bajarê Dirbêsiyê ji hêla endamê Nivîsgha Têkiliyan Silêman Oso hate birêvebirin, û têde sedem û encamên wê gerê ji welatiyan re şrove kirin.
Silêman Oso ji malpera me re ragihand ku mebesta wan ew e ku gel agedar bikin bi çalakî û hevdîtinên Nivîgehê û got ku “em bi şêweyekî zelal di simînaran de li ser hevdîtinên nivîsgehê bi welatên Ewrupa , Rûsiya û her wiha aliyên Kurdistanî re axivîn, û em bi awakî zelal li ser naveroka wan haevdîtinan axvîn, her weha şirovekirina workşopa ku li Siwêsra hatibû lidarxistin” .
Di heman mijarê de Oso bal kişand ser hevdîtina navbera wan û desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de li bajarê Iştenbolê.
Jêder: Hevbendî