Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD li bajarê Kobanê di vê hefteyê de bi dehên xortan agahdar kirin, da ku xwe ji bo leşkeriya neçar amade bikin li gor ku Elî Brahîm serokê Xwecihiya Kobanê ji malpera me re ragihand.
Brahîm da zanîn ku piraniya xelkên Kobanê venagerin ser malên xwe ji ber kiriyarên çewt yên PYD û tekez kir ku di dema dawî de bi sedan ciwan ji Kobanê derdikevin.
Her wiha Brahîm bal kişand ser koçberbûna nêzî 2 milyon kurd ji herêmên Kurdî piştî ku PYD xwe kiriye desthilatdar û eger ew siyaseta xwe bi vî awayî berdewam bikin wê hemû ciwanên Kurdan koçber bibin ” divê PYD dest ji kiryarên şaş berdin berî ku herêm vala bibe”.
Jêder: Hevbendî