Daxuyaniyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, bi navê xwe û bi navê gelê Sûriyê tawana ku li Dêra “Saint-Etienne Doruvreur” li bakurê Ferensayê rû da protesto dike, û hevxemî û hevsoziya xwe bi qurbaniyên bûyerê û kesûkarên wan re parve dike.
Û tevî kirîtiya terorê ku diyar e di wiha tawanên diltezîn de, yên ku armanca wan belavkirina tirs û şêlûpêlê ye, herwiha armanckirina ewlehî û aramiyê ye, lê em bawer in bi karîna gelê Ferensa li ser xweragirî û derbaskirina zehmetiyan.
Em şermezarkirin û protestokirina xwe bi hemû şêwayan tekez dikin, û berdewamkirina van tawanan nayê qebûlkirin heger Civaka Navdewletî nikaribe naveroka krîzê fêm bike, û ti sûde ji vemrandina agir tine heger jêderê agir neyê jinavbirin.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê
27ê Tîrmehê, 2016