Desteya Bilind ya Danûstandinan Doh êvarî roja Sêşemê, daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir ku rûniştineke awart e der barê rewşa bajarê Helebê lidar bixe, û dorpêçê li ser rake, û parastina sivîl û bargehên tenduristî ji topbarankirina asîmanî ya bêserûber bike.
Hevrêzkarê Giştî yê Desteyê, Riyad Hicab, di nameya ku ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban-ki-moon re şandibû, ku Desteyê di daxuyaniyeke fermî de belav kiribû, dakokî li ser pêwîstiya “Lidarxistina rûniştineke awarte der barê rewşa Helebê” kiribû, û daxwaz ji dewletên endam di Neteweyên Yekbûyî de kir ku parastina sivîlan bikin di rêya stendina tedbîrên cidî ji bo rawestandina êrîşên asîmanî yên bêserûber li tevahiya Sûriyê, û bidawîanîna armanckirina bi mebest ji bargehên tenduristî û sivîlan re“.
Herwiha Hicab tekezî li ser pêwîstiya “misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî berdewam ji nişteciyên Heleb û tevahiya Sûriyê re” kir, û bang li “Neteweyên Yekbûyî kir ku dorpêça ku hêzên rêjîma Esed li ser Heleb û deverên din ferz kiriye rake.
Û destnîşan kir ku “pêwîste kesên tawanbar ji sizayê nefilitin, di rêya sizakirina berpirsên ku tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê pêk anîne”.
Herwiha hêzên rêjîmê îro, dorpêça xwe li ser taxên di jêr kontrola Artêşa Azad e li rojhilatê Helebê asê kir, di rêya kontrolkirina rêya Kastêlo ku damara tekane ye li bakurê bajêr, ku derdora 300 hezar sivîl têde dijîn.
Jêder: Hevbendî