Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, bi navê xwe û bi navê gelê Sûriyê tawana ku li Dêra “Saint-Etienne Doruvreur” li bakurê Ferensayê rû da protesto dike, û hevxemî û hevsoziya xwe bi qurbaniyên bûyerê û kesûkarên wan re parve dike.
Û tevî kirîtiya terorê ku diyare di wiha tawanên diltezîn de, yên ku armanca wan belavkirina tirs û şêlûpêlê, herwiha armanckirina ewlehî û aramiyê ye, lê em bawer in bi karîna gelê Ferensa li ser xweragirî û derbaskirina zehmetiyan.
Em şermezarkirin û protestokirina xwe bi hemû şêwayan tekez dikin, û berdewamkirina van tawanan nayê qebûlkirin, heger Civaka Navdewletî nikaribe naveroka krîzê fêm bike, û ti sûde ji vemrandina agir tine heger jêderê agir neyê jinavbirin.
Herwiha Balyozê Hevbendiya Niştîmanî li Almanya “Besam El-Ebdla” êrîşên ku li Routlinen û Ansbax li Almanyayê rû dan bi tundî şermezar kir, û hêvî kir ku ev yek bandoreke nerênî li ser helwesta Hikûmeta Almanya ya mirovî çê neke, derbarê penaberan, û lêzêde kir ku Balyozxaneya Hevbendiya Niştîmanî li Almanyayê dê ” bi hemû şiyanên xwe mîna berê alîkariya Almanya bikem, bo misogerkirina ewlehî û aştiya vî welatê ku mêvandariya welatiyên Sûriyê kiriye”.
Jêder: Hevbendî