Ebdulîlah Fehid, sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, carek din tekezî li ser daxwazên Hevbendiyê kir, yên ji bona standina sercem rêşûnên pêwîst ji aliyê Civaka navdewletî ji bona rawestandina rêjîma Esed ji pêkanîna tawanên zêdetir li dijî bajarê Helebê û gundewarê wê.
Duhî, di dema serdana xwe de bo balyozxaneya Hevbendiyê li Dewha paytexa Qeterê ji bona temaşekirina rêveçûna karê wê, Fehid cext li ser dadgehkirina hemû tawankaran kir yên bi encamdana tawanan li dijî xelkê Sûriyê rabûne, û herwiha cext li ser redkirina her roleka Esed di paşeroja Sûriyê de kir.
Ku niha rêjîma Esed û hevalbendên xwe, bi oparesyonên dijwar li dijî Helebê radibin, ligor serjimêriyên tîma rewanîna nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî, li Helebê bitenê 823 kes şehîd ketine ji binyatê 1720 şehîdan li tevahiya Sûriyê, her ji yekê tîrmehê heta 25’ê tîrmehê, ku di nav wan de 285 zarok û 151 jin in.
Herwiha Fehid pêdagiriya Hevbendiyê bi çareseriya siyasî ya dadperwer kir ya ku têde armancên gelê Sûriyê bidestxistina azadiyê û dad û rûmetê dabîn bike, û herwiha veguhestina Sûriyê ber bi dewleteka nû ya têde rêz li hemû welatiyan bête girtin misoger bike.
Jêder: Hevbendî