Encumana Niştimanî Ya Kurd bi tundî êrîşa terorîstî ya ku bajarê Qamişlo îro armanc kir, û bidehan sivîl têde bûn qurbanî pirotesto kir .
Û hin çalakvanên bajêr ji me re veguhestin ku serhejmar dibêjin ku zêdî 40 şehîdî ketine, û bidehan kes birîndar bûne, ji encama 2 teqînên ku DAIŞê pê “Taxa Xerbî” li bajarê Qamişlo armanc kiriye, tevî wêraniya mezin di avahiyên niştecihan û dukanên bazirganî de.
Û Encumana Niştimanî Ya kurd, ku yek ji pêkhateyên sereke ye di Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî de, daxwz ji tevaya hêzan kir ku rêzên xwe bikin yek ji bo rûberûbûna tarîxwaz û terorîstan, nemaze di vê “qonaxa çarenivîsî” de, wek ku salixa wê da, û Encuman tekez kir ku ev karên “kirêt” nikarin viyana gelê me kêm bikin, lê belê dihêlin ku ew bêhtir bi xaka xwe ve bidilsozî bê gêrêdan, û berevaniyê di ber hebûn û kêşeya xwe de bike.
Ji hêla xwe ve, Mes’ûd Berzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ew teqîn pirotesto kir, û daxwaz ji aliyên peywendîdar li parêzgeha Dihokê û tevahiya Herêmê kir, ku nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê amade bikin û hemî tiştê gerek pêşkêş bikin, ji bo pêşwazîya birîndaran.
Jêder: Hevbendî