Biratiran Bizansino, balyozê Firinsa li Erebistana Si’ûdî, tekez kir ku bombebarankirina esmanî ya Rûsiya û rêjîma Esed, dibe kirêtirîn tawana mirovî, û cext li ser “giringiya destwerdana NY kir ji bona ku Rûsiya êrîşên bi mûşekan li ser Helebê rawestîne”, û berpirsyaretiya “encamên karên tawankarî li Sûriyê xist di stûyê Mosko de, ji ber ku ev kar li dijî aştiyê û çareseriya siyasî ye”.
Rojnameya “Elşerq Elewset” îro daxuyaniyeka Bizansino belav kir ya têde gotibû: ” Firinsa daxwaz ji NY kiriye ji bona ji Mosko daxwaza giringiya rêzgirtinê li cêbicêkirina mercên di biryarên encûmena ewlekariyê de hatîn bigire, yên girêdayî bi parastina sivîlan û gihandina alîkariyan û piştgiriya çareseriya siyasî bi awayekî cidî bê ku vê yekê bi hevparkirina Bişar Esed bi paşeroja Sûriyê ve girêde “.
Herwiha balyozê firensa got ku nakokiya di navbera Parîs û Mosko de, ji ber şiroveya ne zelal ya dikeve li pişt êrîşên Mosko yên esmanî li dijî sivîlan û artêşa azad li Helebê, hevdem bal kişand li ser neguncandina reftarê Rûsiya digel bizavên dijberiya terorê û têkşikandina DAÎŞ’ê, ku jiyê mana Esed dirêj dike, yê terorê wek behaneyekê bikar tîne ji bona bombebarankirina sivîlan li navçeyên rizgarkirî.
Bizansino bal kişand li ser destpêşxeriya Firinsa ya ji bona agirbestê li Helebê, û got: “ku daxwaza Firinsa gelek armanc jê hene, û Parîs daxwaza pêgavên karatir ji NY dike li dijî tawankariya mirovî li Helebê ya li ser destê Rûsiya û rêjîma Esed”, û got ku nûnerê Firinsa li NY, daxwaza standina helwestek rasteqîn ji NY li ser vê rewşê kiriye, netenê bi derxistina daxuyaniyan”.
Bizansino cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e cîhan têbigihe di giringiya karê stratîjîk yê navdewletî yê giştgîr û hevbeş ji aliyê hemahengiyê û algorkirina zanyarî û pêzanînan ji bona dorpêçkirin û sînordarkirina çalakiyên terorîstan, û amaje bi rijdbûna pişkdariya welatê xwe kir di çarçova dewletên dijberên DAÎŞ’ê li Sûriyê “, lê ne li ser rêbaza Rûsiya”.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset