Daxuyaniyek Rojnamevanî
Firokên dagîrkerên Rûsî bi şêweyek berdewam êrîşan dibin ser bajarê Seraqib li Gundewarê Idlib.
Taxên Niştecihan û Malên aram bombebaran kirin, her wiha bi awayekî rêbazkirî bi mebest û pîlan hemû damûdezgehên pêwîst ji jiyanê re amanc kirin, wek Banka Xwînbexşînê û Bargeha Hewarçûna Pizîşkî û herdu Aş û Sentera Avê û bi mebest Bazara serekî ya bajêr bi êrîşine peyhev armanc kirin, tê texmînkirin ko heta nuha 80 mûşekên valahî û bombeyên goşî hatine avêtin. û bû sedema koçberbûna 35 hezar niştecihan, û piraniya malên Seraqib hatin wêrankirin.
Li pêşberî tewanekê ku hemî salixên tewana cengê tê de hene, û binpêkirinên hêjane şermezarkirin û pîsdîtinê. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ko pêrabûnên lezgîn bikin tako dijminkariya Rûsî û tawankariyên wê yên li dijî sivîlan rawestînin.
Danûstandin rêka tenê ye, ji bo vegerandina kelaxên firokvanên Rûsî yên ko sivîl bombebaran dikirin û di tawankariyên cenga Rûsî di derheqê miletê Sûrî de beşdar bûn.
Gerek Dagîrkerên Rûsî yên tawankar têbigihên ko tolhildan ji sivîlan û gefxwarina li wan bi wêrankirina bajêr rewşê naguhere.
Her tawankariyeke Rûsî ya nû di derheqê miletê Sûrî de û her operasiyonekê li dijî sivîlan ji hêla Rêjîmê û hevalbendên wê ve, nîşaneke din e li ser bêsûdebûna vê rêyê , û çi çareseriya leşkerî di têkbirina viyana miletê Sûrî de biser nakeve, û çarenivîsa Sûriyê wê bidestê miletê wê be, û çi cihê dagîrker û zordaran tê de nîn e.
Dilovanî bo şehîdan,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî bo girtiyan,
Bijî Sûriya û bijî Miletê wê serbilind û azad.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Opozisyona Sûriyê
07.08.2016