Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî û bi helkefta şehîdbûna fermandarê leşkerî Riyad Qerebciq, sersaxiyên germ pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên wî dike û daxwaza sebr û handanê ji wan re dike û bi hêviya xwedê şehîdî bi dilovaniya xwe şad bike.
Piştî salên dirêj ji tekoşîna riya azadiyê, û piştî sipartina erkê fermandariya firqa diwê ya beravê ji berî du heyvan ve, rihê serkirde Riyad berz û bilind bû û gihişt karwanê şehîdên rûmet û azadiya welat, bi bombe û mûşekên rêjîma Esed ya tawankar hat şehîdkirin.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî bi boneya şehîdbûna wî, sersaxiya tevaya xelkê Sûriyê yê têkoşer dike, hevdem li bîra hemû cîhanê tîne ku ev şoreş şoreşa miletekî azadîxwaz e, û milet wê berdewam be heta bidestxistina mafên xwe û jinavbirina zordarî û dagîrkariyê.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
04 tebax 2016