Helîkopterên rêjîma Esed, doh, nêzî 60 bermîlên teqîner bi ser bajarê Dareya li Gundewarê Şamê de avêtin, di heman dema pevçûnên berdewam de li hejmarek ji Eniyan di nav Artêşa Azad ji alîkî û aliyê din Hêzên Esed û milîşyayên tayfegerî yên ku hewla derbasbûna Bajêr dikin.
Û Artêşa Azad êrîşeke jinişkave ya rêxistina DAIŞ a terorîst li Badiya Sûrî li deverên( Feka, Xibret Alfeta, Almetomê, Xiberet Almetomê, Xubet Um Izin û Alxeşûm) têk bir, ku di wê bergiriyê de Şoreşgeran karîbû êrîşê vegerînin û endamên DAIŞê neçar bikin ku vegerin deverên xwe li Beyar Alqeseb.
Her weha hin fesîleyên Artêşa Azad bi beşdariya Cebhet Fetih Alşam, dest danîn ser deverên Alselacê, Alheşîşiyat û Wadî Alzemrata li Qelemona Rojava, piştî şer û cengan bi Rêxistina DAIŞê re, û di encamê de hin ji endamên DAIŞ hatin kuştin û hinên din birîndar bûn, û dest hat danîn ser çekinan ku hin jê sivik bûn û hinên din orte bûn.
Û jêderekî ji Fetih Alşam ji ajansa Smart ya ragihandinê re got ku şerê doh hat piştî” şopandina tevgera liva DAIŞê li deverên çiyayê Qelemonê Rojava, û destdirêjiya endamên wê ya berdewam li ser Artêşa Azad û Eniya Fetih Alşam, û tevgera wan ya cihê gumanê bû dema ku fesîleyên Artêşa Azad çi karê dijî rêjîma Esed dikirin, û karên wan yên berdewam dijî têkoşeran, û piştî perçebûnên ku di Rêxistina wan de vêdawiyê çêbûne, bi reva hejmarek ji serkirdeyên wan yên pila bilind û ya pey re.
Û di wî şerî de Seraya Ahil Alşam û Koma Qelemona Rojava û hin fesîleyên din yên Artêşa Azad û her weha Cebhet Fetih Alşam beşdar bûn.
Jêder: Hevbendî