Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Taxa Elwe’ir li bajarê Himusê, ji sê salan ve ye, ketiye dibin dorpêçkirinek dijwar de, ku roj bi roj dorpêçkirin li ser zêdetir dibe, tevî gelek bangewazî û daxwazên hawarhatinê.
Ku raportên tên ji taxa navborî, tekez dikin ku ew berdewam rastî siyasetên tawankariyê ji aliyê rêjîma Esed ve dibe, tevî bombebarankirina wê bi top û rokêtên tank û topxaneyan û bermîlên teqîner.
vaye zingilê metirsiyê ji aliyê nivîsîngeha pizîşkî ya Encûmena parêzgeha Himusê hat lêdan, bi nêzîkbûna ketina bobilatekê bi sedema nebûna pêdiviyên pêwîst û bi taybetî pêdawîstiyên pizîşkî, û qedexekirina derbasbûna derman û keresteyên pizîşkî, hevdem ligel birîna berdewam ya elektirîkê û nebûna sûtemeniyê ji bo bikaranîna jêderên elektrîkê, yên pêwîst ji nexweşxaneyan re, û di encamê de nexweş rastî metirsî û mirinê tên.
Ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û bi taybetî ji rêxistina Xaça Sora Navdewletî tê xwestin, bi awayekî bilez bi erkên xwe rabin, herwiha pêwîst e ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî bi standina rêşûnên karîger ji bona aktîvkirin û şopandin biryarên xwe û cêbicêkirina wan rabe, û herwiha bi rola xwe ji bona cêbicêkirina biryara 2139 rabe, bi taybetî birgên girêdayî bi parastina sivîlan û rakirina dorpêçkirinê li ser tax û bajarên dorpêçkirî.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
09 tebax 2016