Bi nêzîkbûna girêdana kongirê çaremîn yê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS îro Çarşemê 10 Tebaxê, endamên xwecihiya Amûdê simînareke giftogoyê li gel hin kesayetî û nûnerên partiyên siyasî li darxist.
gelek pirs mîna ji destpêka damezrandina ENKS çi ji milet re pêşkêş kiriye, çi ji ENKSê tê xwestin û çi piroje li pêşiya ENKS heye û çi mîkanîzimên nû ji bo helbijartina kesên serbixwe ji bo nûnertiya kongir li cem ENKSê hene hatin gotûbêjkirin.
Mihemd Şiwêş endamê emîndariya giştî û xwecihiya Amûdê ji malpera me re ragihand ku mebest ji vê simînarê ew e li ser şaştiyên ENKS bê rawestandin û li pêşnyarên welatiyan guhdar bikin da ku sûdê jê wergirin her wiha dîtina mîkanêzimekê bo helbijartina nûnerên serbixwe yê xwedî rol.
Ji hêla xwe ve Ebdulrezaq Biro welatiyek ji bajarê Amûdê ye, ji me re diyar kir ku wan rexne li karê ENKS û xwecihiya Amûdê kirin û hin nerîn li gel wan giftûgo kirin.
Biro got ku mîkanîzmên berê yê helbijartina kesên serbixwe şaşin, û pêwîste guhertin çêbibin û ”ji bo vê yekê me hin pêşinyar pêşkêkirin”.
Tê zanîn ku 12 vê heyva tebaxê hatiyê destnîşankirin ji bo civata ENKS da ku dema girêdana kongirê çaremîn destnîşan bikin.
Jêder: Hevbendî