Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji Encûmena Ewlekariya navdewletî kir ku bi awayekî bilez bi erkên xwe rabe, herwiha pêwîst e rêşûnên karîger bistîne ji bona aktîvkirin û şopandina biryarên xwe û cêbicêkirina wan, nemaze cêbicêkirina biryara 2139, û bi taybetî birgên girêdayî bi parastina sivîlan û rakirina dorpêçkirina li ser tax û bajarên dorpêçkirî.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe ya duhî de tekez kir ku taxa Elwe’ir li bajarê Himusê, ji sê salan ve ye, ketiye di bin dorpêçkirinek dijwar de, tevî bombebarankirina taxên nişteciyan û xanî û avahiyên wê bi top û rokêtên topxane û tank û bi bermîlên teqîner.
Daxuyaniyê got: ku roj bi roj dorpêçkirin li ser zêdetir dibe, tevî gelek bangewazî û daxwazên hawarhatinê”.
Hevbendiyê daxwaz ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û bi taybetî ji rêxistina Xaça Sora Navdewletî kir, ku bi awayekî bilez bi erkên xwe rabin, ku nabe çarenivîsê xelkê taxa navborî û yên bi sedhezaran xelkê Sûriyê yên dorpêçkirî bihêlin di dest rêjîma Esed de.
Ku ji aliyê nivîsîngeha pizîşkî ya Encûmena parêzgeha Himusê ve hişyarî hat dan, bi lêdana zengilê metirsiyê bi nêzîkbûna ketina bobelatekê bi sedema nebûna pêdiviyên pêwîst û bi taybetî pêdawîstiyên pizîşkî, û qedexekirina derbasbûna derman û keresteyên pizîşkî, hevdem ligel birîna berdewam ya elektirîkê û nebûna sûtemeniyê ji bo bikaranîna jêderên elektrîkê, yên pêwîst ji nexweşxaneyan re, û di encamê de nexweş rastî metirsî û mirinê tên.
Jêder: Hevbendî