Firokên şer kuştarek li bajarokê Elmihmêdiyê li gundewarê Dêrazorê pêkanîn, û têde 19 sivîl hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn, û herwiha deh kesê din hatin birîndarkirin, bi sedema bombebarankirina wan bi mûşekên deng, û ligor çalakvanan ku dibe ew firok firokên Rûsiya bin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, armanckirina sivîlan şermezar kir, û bi taybetî ku êrîşên firokên dagîrkariya Rûsiya zêdetir bûne, piştî serkeftinên şoreşgeran û şikandina dorpêçkirina Helebê.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî red kir ku behaneya bombebarankirinê dijberiya terorê be, û da zanîn ku armanckirina sivîl û jin û zarokan nayê pesendkirin li bin çi behaneyê be, ji ber ku ew bi xwe teror e, heger ew alava armanckirinê kêrek be yan jî firokeke “mîg” yan “sêxoyî” be, û heger kirde endamekî DAÎŞ be, yan yê dibêje ku ew li dijî wê ye be.
Herwiha li Helebê û ji egera êrîşeka Rûsiya ya bi mûşekên deng û avêtina bermîlên teqîner ji hilîkopterên rêjîma Esed li ser herdu taxên Kerm Alnezha û Til elzirazîr, 10 sivîl hatin kuştin û 18 hatin birîndarkirin.
Duhî çalakvanan ragihandin ku taxên dorpêçkirî yên Dareya bi 40 bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, di heman dema bombebarankirina Dareya bi topxane û mûşekên “fîl” ku bûn sedema wêrankirin û ziyanên mezin li xanîyan û jêrxana bajêr.
Jêder: Hevbendî