Hin karmendên biwara Bijîşkî diyar kirin ko Rûsya û Rêjîma Esed 36 bargehên bijîşkî di 40 rojan de amanc kirine, tevlî derçûna biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2286 ya 3 gulana buhûrî, ya ko bi xurtî kirdeyên tundûtûjî û êrîşên li dijî birîndaran û karmendên biwara bijîşkî pirotesto kirin.
Mamûn Elseyid Îsa yek ji bijîşkan e, di hevdîtineke xwe de ligel karmendên biwara bijîşkî û wezîrê tendiristiyê yê Desthilata Sûrî Ya Demkî û çend endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê roja sêşembê bi rêya internetê diyar kir ko 25 bargehên bijîşkî li Helebê ziyan gihaye wan.
Birêveberê Rêkxistina Sîma ya Bijîşkî Mumtaz Heyza got ko amanckirineke rêbazkirî li dijî bargehên bijîşkî heye. Destnîşan kir ko êrîşên asmanî yên rêjîma Esed û Rûsya di heman rojê de pênc Nixweşxane ji kar derxistin.
Bêtir got: “di encama bombebarankirina rêbazkirî ya Nexweşxanan, em di bobelatekê re dibuhûrin, ji bo ko birîndar neyêne dermankirin û bêne koçberkirin. Û bal kişand ser ko 60% ji Nexweşxaneyên herêmên rizgarbûyî karê wan rawestiyaye. Tekez kir ko amanckirin heta evê kêlîkê hêj berdewam e, çimkî Nexweşxana Mîlîs li gundewarê Idlib hate amanckirin. ”
Heyza destnîşan kir ko tawankariyeke bêhempa li bin çavdêrî û bêdengiya civaka navdewletî dibe. Û got ku divê sizayên herî xurt bêne dan ji wan kesên ku fermana bombebaranê didin.
Wezîrê Tenduristiyê yê desthilata Sûriyê ya demkî Fîras Elcindî got ku bombebarana bêserûber li herêmên rizgarbûyî jêrxane û cihên pêdivî ji jiyanê re armanc dikin, û evê yekê hişt ko niştecih koçber bibin û guhertina dîmugrafî çêbibe.
Elcindî tekez kir Dezgehên Bijîşkî dê xweragir bimînin û dê bi erkên xwe rabin tevli zehmetî û astengiyên ko beraber wan tên. Bal kêşand ser ko her bijîşkek ji 10000 kesî re li herêmên rizgarbûyê maye.
Encûmena Ewlekariyê di biryara xwe de ya hejmar 2286 de gotibû ku gerek hemû bi yasayên navdewletî bikin, û ji nav jî Yasaya navdewletî ya mafê mirovan û rêkeftinên têkildar bi wan.
Jêder: Hevbendî