Îro Çarşembê li Istanbûlê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde û çend endamên desteya siyasî bi şandyarê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê Maykil Ratnî û şanda digel wî re civiya.
Herdu aliyan behsa bûyerên meydanî û yên siyasî û bi taybetî yên bajarê Helebê her weha danûstandina Emerîka û Rûsya kirin.
Ratnî destnîşan kir ko gotûbêj digel Rûsya berdewam in, û diyar kir ko hêj negihane lihevkirineke dawî. Û destnîşan kir ko guhertinên li Helebê çêbûne, hiştin ko ew bibe babeta yekem ko pêdiviya wê bi çareseriyê heye.
Her wiha herdu aliyan mijara dorpêçkirinê gotûbêj kirin, û gotin ku ev mijar ji kîjan alî be nema tê pejirandin. Û lihev kirin ko giring e sivîl bi azadî bibuhûrin û sînorek ji derdê miletê Sûrî re bête danîn û dewleteke Sûrî ya nû bêyî Beşar, bi rêya aktîvkirina pêvajoya siyasî ava bibe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde tekez kir ko giring e rewşa mirovî li Helebê û li herêmên Sûriyê yên din çareser bibe. Û çareyine herdemî ji herêmên dorpêçkirî re bêne danîn. Û rawestandina amanckirina sivîlan û bargehên bijîşkî û pabendiya bi berdana Girtiyan.
Elebde bal kêşand ser ko ji ber mezinbûna qebareya derdê mirovî gerek Encûmena Ewlekariyê çareseriyên bingehîn bibîne û bihêle ko biryarên navdewletî cîbicî bibin û pêvajoya siyasî aktîv bibe da ber bi veguhêza siyasî ve here, û Sûriya paşerojê bêyî Beşar Elesed û simbolên wî be.
Jêder: Hevbendî