Hin çalakvanan bangewaziyek dan NY û civaka navdewletî û rêxistinên mirovî ji bona bihawarçûna zaroka temen neh salî ya binavê “Xîne Qiwêdir” û veguhestina wê bo nexweşxaneyê piştî birîndarbûna wê berî deh rojan bi guleyeka sekvanekî milisên Hizibulaha terorîst.
Wan çalakvanan tekez kirin ku di didwê heyvê de du zarok li bajarê Medaya yê dorpêçkirî, binavê Xîne Qiwêdir, û Nexem Qiwêdir ya heşt salî ji aliyê sekvanekî Hizibulaha terorîst rasterast û bi mebest hatin gulebarankirin, ku ranê çepê yê Xîne hat şikandin û hûrhûrkirin û guleyek li milê Nexem ket.
Çalakvanan bal kişandin ku zaroka ya binavê Xîne gelek diêşe, ji ber birînên xwe û ji ber nebûna çareseiya pizîşkî ya pêwîst li bajêr, herwiha bal kişandin ku wan pêwendî bi gelek aliyên pêwendîdar re kirine lê bê ku bighên encameka baş.
Herwiha rojnamevan Fîda Î’tanî yê ku doseya Xîne dişopîne ji “Elşerq” re got: “ku piştî dûvçûna NY û desteyên mirovî, xelkê Medaya derxistina Xîne ji bona çareseriya nojdarî pir zehmet dibînin, ya ku bi guleyeka sekvaenkî Hizibula hatî birînarkirin, lê dibe ku pête çareserkirin heger rewşin hevşan li herdu gundên dorpêçkirî Kefriya yan jî Elfû’ha yên alîgirên rêjîmê li gundewarê Idlibê hebin, û got; “xuyaye ku NY daxwaza gulebarankirina zarokî bêguneh li kefriya yan li Elfû’ha dike heta bikaribe alîkariya mirovî pêşkêşî zaroka birîndar li navçeyek dorpêçkirî bike!”.
Jêder: Elşerq