Wezîrê Tendurustiyê yê Desthilata Sûrî ya Demkî Fîras Elcindî tekez kir ko “57% ji nexweşxaneyên li herêmên rizgarbûyî ji ber bombebarana Esed û Rûsya hatine wêran kirin.”
Elcindî Nexweşxaneyên ku ji hêla Rûsya û Rêjîmê ve di mehên buhirî de hatine armanc kirin anî ziman, ku ew jî evin Nexweşxana bi ser rêkxistina “Bijîşkên Bê Sînor” li Me’eret Elnuman li Gundewarê Idlibê ye, her weha Nexweşxana Etarib li Gundewarê Helebê û ya Elbeyan û Elhikme û ya Elseyide Elzehra li bajarê Helebê û ya Elletaminê li Gundewarê Hemayê ne.
Her wiha doh Firokên rêjîma Esed Nexweşxanak li Elmerc li Xûta Şamê ya Rojhilat wêran kir ku bi yekcarî ji xizmetê der kir di êrîşeke rasterast de ku ew amanc kir û bêtir ji 40 hezar sivîlî ji dermankirinê bêpar kirin.
Elcindî bal kişand ser ku ziyanên bumbebaranê ne tenê kuştin û wêrankirin e, lê belê bihawarhatina birîndaran û nexweşan jî asteng dike, di riya armanckirina tîmên berevaniya sivîl û tîmên bihawarçûnê ko ev tev operasiyona rizgarkirina birîndaran tengav dikin û dibin sedem ko birîndar berî bigihê Nexweşxanê bimire.
Wezîr got: “Bêhtirîn Herêmên ku rewşa tendurustiyê li wan nebaş in Helebê ye, ji ber piraniya Nexweşxaneyên wê hatine amanc kirin, her weha derman û samanên bijîşkî yên derbasî wir dibin kêm in, û ava wê jî ne pak e, her weha sûtemeniên pêwîst ji bo bikaranîna motorên kehrebê jî pir kêm in.”
Û weha jî got”di derbarê rewşa tendurustî de em bi Netewên Yekbûyî û Desteyên mafê mirovan re me danûstandin kirine, ji bo pêdiviyên bijîşkî bigihînin Heleba wêrankirî, lê me ji ewan desteyan ji bilî pirotêstokirinê ne dît.”
Elcindî dibîne ko “Tirkiyê dergehê bihnkêşa miletê Sûrî ye ji aliyê çareserkirin û xizmetên tendurustiy” destnîşan kir ko bi dehhezaran birîndar û nexweş yên ko çareseriya wan li herêmên rizgarbûyî dijware, di pênc salên buhirî de ew ber bi nexweşxaneyên Tirkiyê ve hatine veguhastin.
Jêder: Hevbendî+Enadol