Desthilata kotekî ya ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) ew feriz kiriye doh 10ê Tebaxa 2016an nehişt serperiştê Kurd Ced’an Elî nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê bo xaka Sûriyê di rêbuhêrka Sêmalka ya li ser sînorê herêma Kurdistana Îraqê derbas bibe.
Elî diyar kir ko berpirsiyarê buhêrkê navê wî (Baz) e nehişt ew derbas bibe piştî ko bi telefonê bi hinekan re axivî, û jê re got ko berê jî nehiştiye sikretêrê wê Partiyê derbasî xaka Sûriyê bibe.
Elî ji bo sedema qedexekirina derbasbûna wî bo xaka Sûriyê got: ji min re tu sedem negotin lê di nerîna min de, ew vî karî dikin ji bo çesipandina rewşa tekrewî û zordariyê û ev kar ji Kurdan û kêşeya Kurdî re li Sûriyê ne sûdemend e, û ev awayê karê wan parçebûna çêbûye bêhtir dike.
Weha jî got: min qet nebihîstiye ko tu desthilatdar ji bil Partiya Yekîtiya Dîmuqrat “PYD” pê ve ku berdide hevwelatiyên xwe û nahêle ew li welatê xwe vegerin.
Biryar hebû ko serperiştê tevgera Çaksaziya Kurdî û nûnerê wê li herêma Kurdistanê Ced’an Elî di civînên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de amade bibe, û amadekirin ji bo lidarxistina kongirê wê yê çarê di evê mehê de.
Jêder: Kulûna Şureka