Daxwiyanî

Tawanên Rûsiya Û Rêjîmê Bajarê Idlibê Û Navendên Ezmûnên Qotabiyê Wê Armanc Dikin

Daxuyaniyek e Rojnamevanî Ebdulîlah Fehid Firokên rêjîma Esed û yên dagîrkariya Rûsiya zincîrek ji komelkujiyan li bajarê Idlibê pêkanîn û têde bi dehan kes şehîd û birîndar ketin tevlî jin û zarokan, û têde navendeke ezmûnên qotabiyan û herwiha derdora navendekê ezmûnan bi sê mûşekan hatin bombebarankirin, û bû sedema tirs û ziyanên mezin, û navenda ezmûnan bicarekê derket derveyî çarçovê xizmetê, lewra ezmûnên qotabiyan li parêzgehê hatin paşxistin. Hevbendiya Niştimanî van tawanan şermezar dike, nemaze tawanên li dijî taxên sivîl û nişteciyan, ku dibin sedema koçbarkirina xelkê, herwiha bombebarankirina xwendingeh û rêveberiya perwerdeyê û desteyên fêrkirinê, û oparesyonên terorî yên bi armanca jinavbirina pirojeyên perwerde û fêrbûnê yên ji bo rizgarkirina paşeroja welat  şermezar dike. Ev binpêkirin dibin tawanên şer, û herwiha dibin binpêkirin li ser rêkeftin-nameya Jinêv û riftarekî tawankarî yê stratîjîk e wek siyaseteke pêrewkirî li tevahiya Sûriyê her ji destpêka şoreşê tê bikaranîn, ku bi mebest xwendingeh û mizgeft û nexweşxane û navendên pizîşkî û ambargehên alîkariyan û tevî xanî û avahiyên akinciyan tên armanckirin. Û bêdengiya civaka navdewletî li ser tawanên Rêjîmê û tawanên herdu dagîrkariya Rûsiya û Îranê, û erzankirina nirxê xwîna xelkê Sûriyê, dibe bêşermiyek mirovî ya mezin, û pêwîst e bi awayekî...

Derbarê Bidawîkirina Jiyana Zarokekî Li Gundewarê Bakurê Helebê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî bêzariya xwe nîşan dide li hember dîmen û raportên hovane yên li ser tawana bidawîkirina jiyana zarokekî li ser destê hin çekdaran yên tên goman kirin ku bi ser çekdarên "Bizava Nûredîn Elzenkî" li Sûriyê ve ne. Hevbendî cext li ser giringiya pabendbûna Bizava navhatî dike bi daxuyaniya wê ya duhî, li ser tometbarkirina çekdarên wê bi encamdana vê tawankariyê, hevdem tekez dike ku wê pêdagiriyê bike li ser standina rêşûnên yasayî li hember vê bûyerê ya ku nabe xemsarî li hember bête kirin, û herwiha ya pir pêwîst e ku hemahengî ligel aliyên yasayî yên taybetmend di hikûmeta demkî de bête encamdan ji bona gerantîkirina encamdana lêkolîneka zelal sizakirina encamderên wê bi sizayên tund yên li asta vê tawanê. Hevbendiya Niştimanî pêşbîniyê ji sercem hêzên artêşa azad dike ku bi carekî pabendiyê bi hemû yasa û peymanên navdewletî bikin, û rêşûnên cidî bigirin li hember her binpêkirin û her cûreyekî, û herwiha li dijî her riftarekî yên berovajî piransîpên şoreşê û armancên miletê Sûriyê di azadî û rûmet û dadperweriyê de rawestin. Bêgoman tawanên rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya û Îranê û milisên tawankar yên ser bi wan ve, yên cihê nerazîbûn û şermezarkirinê ne,...

Hevbendî: Şerê Terorê Ne Bi Armanckirina Sivîlan e

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên Hevpeymaniya Navdewletî, yên ku gereke êrîşên wan li dijî rêxistina terorîst ya DAÎŞ'ê bin, di heyamê du rojên bûrî de du kuştarên tirsnak li taxa Elhizawiyê li Minbicê û li navçeya Eltoxar li gundewarê wê pêk anîn, ku têde heta niha nêzîkî 100 kuştî û bi dehan kes birîndar ketine, tevî ku hêjî gelek kes asê mane di nav kavlên avahiyên herfandî de, hevdem ku ligor hin nûçeyên xwecihî, niha gundên başûrê bajêr rastî heman êrîşên firokên Hevpeymaniyê dibin. Hevbendiya Niştimanî gunehê wek van kuştaran li ser astê yasayî û mirovî têxe stûyê Hevpeymaniya Navdewletî. Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî van komelkujiyan şermezar dike, ji ber ku kuştarên hovane yên kuştinê ne, û daxwaza rawestandina wan li ser gund û bajar û taxên nişteciyan dike, û encamdana lêkolînan di van tawanan de dike, û dadgehkirina berpirsên vê yekê dike û herwiha standina rêşûnên pêwîst bo parastina sivîlan, û dûrketina ji armanckirina wan, herwiha cext dike li ser wê yekê ku pêwîst e her kiryarek li dijî rêjîma tawankar û li dijî rêxistinên terorîst bi armaca parastina sivîlên Sûriyê be. Ji ber ku şer li dijî terorê nabe bi rêka armanckirina sivîlan bi vî awayê hovane be, û nabe...

Derbarê Daxuyaniya Desteya Hemahengiyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Dubare ez bi navê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, kiryarên terorîstî yên rêjîma Esed ên bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya û Îranê li ser bajar û bajarokên Sûriyê û hewlên wê yên berdewam her ji çar salan ve bo drbasbûna kotekî ji bajarê Dareya re û êrîşên wê li dijî sivîlan şermezar dikim, herwiha ez destxweşiyê li xwerageriya xelkê me û qehremanên li ser eniyên şer dikim, yên berxwedanê dikin tevî kuştin û dorpêçkirin û pilangeriya li ser wan dibe. Her tawanek li dijî sivîlan wê bê siza û dadgehkirin derbas nebe, herwiha dadgehkirin û dûvçûna tawanbaran û her kesê destê wan di rijandina xwînê de heye, erkek e ku nabe destberdarî têde bibe. Di vê mijarê de, pêwîst e amajeyê bi daxuyaniyên Desteya Hemahengiyê yên her demekê diderkevin bikin, ku nikarin gotina rast bêjin, bitenê kêşeyan daleqandî dihêlin û bêheq hemû aliyan tometbar dikin, bê xuyakirina cudahiya di navbera bikuj û qurbaniyan de, û rola aliyê tewankar di dermafê qurbaniyan de. Her helwestek nikaribe rojevê berçav bike, û nikaribe li tenişt heqiyê rawest e: nikar e bibe cihê baweriyê, û herwiha nikare helwesteke hevseng bistînê têde bergiriya mafên sivîlan bike û kêşeyên wan serrast bike,...

Hevbendî Pîrozbahiya Gelê Tirkiyê Dike Li Ser Serkeftina wî di Bervaniya Di Ber Demokrasiyê De

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê Gelê Sûriyê, pîrozbahiya Gelê Tirkiyê dike, ji bo serkeftina wî di parastina dezgehên xwe yên demokratîk de, li hember hewlên tarîxwazan yên bêhûde ji bo kontrolkirina îradeya gel. Helbet gelê Tirkiyê, yê baş nirxê azadiyê û demokrasiyê dizane û berhemê wê dîtiye, wê rê nede girûpeke pêlêkirina viyana gel dixwaze, û bi hewlên bêhûde hikumraniya leşkerî carek din bi kotekî dubare bikin, û welat bi paş ve vegerînin serdemên bûrî yên têde xelkê Tirkiyê azadiya xwe jidest da bûn. Gelê Tirkiyê, di çend demjimêran de karîbû diyar bike ku ew hêjayê piroseya xwe ya demokratîk e, her wekî karîbû di deh salên bûrî de wê biparêze û bijardeyên xwe yên azadîxwaz bihêz bike, hevdem tekez kir ku hikûmet û partiyên Tirkiyê Karin di  ezmûna demokratîk de berdewam bin. Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de û wek nûnerên gelê Sûriyê, pîrozbahiya qehremaniya birayên xwe yên Tirk dikin, û rêz û hurmetê li bijardeyên gelê Tirkiyê digrin, ew gelê dikarîbû serkirde û kadiroyan mezin yên destkeftinên giranbiha ji gelê xwe re pêk anîn, ji nav xwe bibijêre. Xelkê Sûriyê jî çaverêyên wê rojê ne ku bikaribin jiyanek demokratîk bijîn...

Hevbendî Tawana Terorîstî Ya Li Nîs Şermezar Dike Û Daxwaza Helwesteke Tund Û Vebir Dijî Terorîstiyê Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî tewana terorîstî ya kirêt a doh êvarî li bajarê Nîs a ku kombûnek ji kesên aheng ji bo Roja Cejna Niştimanî ya Ferensayê dikirin şermezar dike. Hevbendî sersaxiyê ji xizm û kesên qurbaniyan re dixwaze, û hêviya saxbûnek bilez ji birîndaran re dike, û tekeziya rawestana xwe li kêleke Ferensa û gelê wê kir di berevaniya dijî karên terorîstî yên ku têkbirina aramî û hêminiyê armanc dikin. Cîhan îro pir hewcedarî vegerandineke rasteqîne ye ji helwestên xwe re, derbarê kok û rehên terorîstiyê, û tê xwestin ku bête têgihiştin ku metirsiyên mezin çêdibin ji encama têkçûnê di pabendiya bi piransîbên mafên mirovan û mafên gelan, tevlî têkçûna dewletên zulhêz di hilgirtina berpirsiyariyên xwe de derbarê kirîzan, û helwestên wan yên sist û xistina bercewendî û nakokiyên xwe di kêşe û milmilaneyên xwecihî de, û wan dikin kirîzin cîhanî û beşdariyê di belavkirina bêserûberiyê dikin, a ku ramanên terorîstî sûdê jê werdigirin. Gelê Şûriyê ew bêhtirîn kesên ku dikevin hestên qurbaniyên wek van barudoxên dijwar û kulên wan parvedikin, û ew ji her kesî bêhtir tê digihêjin ku çendî ev tewanên zarok û sivîlan armanc dikin kirêt in, ji ber ku Sûriya bi dirêjahiya salan û hîn...

Pirotestokirina Zêdegaviyên Israîlê Li Colan

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê binpêkirin û zêdegaviyên ko dagîrkerên Israîlê li ser xaka Sûriyê aliyê Colan yê rizgarbûyî dike pirotesto kir, û tekez dike tiştê ko dagîrkerên Israîlî li herêmê dikin ew li gor yasaya Navdewletî û peymanên navdewletî binpêkirin û zêdegavî ne. Ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî tête xwestin ko li himber evan zêdegaviyan bi berpirsiyariyên xwe rabe, û gerek pêrabûnine praktîkî yên pêdivî bike da rê li ber evan dijminkariyan bigire û nehêle careka din dubare bibin. Bêguman Rêjîma Esed û Milîtanên ko li rex wê şer dikin û ji nav wan jî Hizbulla tirorist berpirsiyariya evê bêserûberbûna li Sûriyê û herêmê hildigirin, di pey re bobelatên ko anîn pê bi hewldana reva ji aloziyê ko dergeh li ber dagîrkeran vekirin tako zêdegavî kirin û welat xistin nav bêserûberiyê. Di vir de gerek em zêdegaviyên berdewam yên ko Firokên Rêjîmê bi erêkirina dagîrkerên Israîlî destnîşan bikin, bi amanca bombebarana herêmên bêçek û derbaskirina Çekên giran ji bo Sivîlan bikujin bê ko çi rexneyê ji hêla Netewên Yekgirtî bibînin. Hevbendiya Niştimanî dubare dîsa dagîrkeriya Israîlî red dike û hem bi pirinsîbên ko di wijdanê miletê Sûrî de hatine çandin pabend e, li gora helwesta...

Desthilateke Sûrî Ya Demkî Ji Bo Avakirina Dezgehan

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Tevli êrîşa tund û wêranker ko Rêjîma Esed û hevalbendên wê li dijî miletê Sûrî bikar tînin, û tevli rewşa aloz ya ko siyaseta navdewletî li ser gelê Sûriyê feriz dike, viyana miletê Sûrî xwe ji nû ve feriz kiriye û êdî nûnerên miletê Sûrî li ser desthilata Sûrî ya demkî ya nû lihev kirin. Desthilata Sûrî ya nû piştî lihevkirineke Hevbendiya Niştimanî ya bêhempa, dê karê xwe digel miletê Sûrî li ser xaka welat dest pê bike. Ji aliyê berpirsiyarî û erkan wek ko tête xwestin û wek ko miletê Sûrî dixwaze li ser tevaya xaka Sûriyê dê ew wezîrên vê Desthilatê bin. Eger çendî erk pir bin jî, destpêkirin bi cîbicîkirina wan digel planeke birêkûpêk ew pêngaveka garantiya rêka serkeftinê ye, Desthilata demkî ya nû bi plana kar li ser xakê û pirên baweriyê bi diristî datîne û hem li ser desthilatdariya dad û karê dezgehî sûr e, bi amanca pêşkêşkirina xizmetkariyên tirazûkirî ko dahatiyên darayî yên giştî rêkxistin bike û jêderên darayî yên xwemal biafirîne. Ti rê li pêşiya gelê Sûriyê tune ye, Ji bilî hevkarî û yekkirina bizavên xwe ji bo kar digel desthilata Sûrî ya demkî bikin, da xizmeta hemû miletê Sûrî bike...

Helwesta Hevbendiyê Neguhêr e Û Pabend e Bi Armanc Û Pîransîpên Şoşera Sûriyê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hin "ajansên ragihandinê" hindek derew û goman xistin li ser helwesta Hevbendiyê û herwiha li ser helwestên endamên wê derbarê pabendiya wan bi armanc û piransîpên şoreşê, lewra me bi pêdivî dît ku hin xalan derbarê vê rewşê carek din ron bikin, tevî diyarbûna helwesta Hevbendiyê û endamên wê. Em carek din tekez dikin ku nabe Esed bibe beşek ji çi çareseriyek siyasî, û ew nayê qebûlkirin di ti qonaxek veguhêz de, dema wê çend be û bi çi awayî be, herwiha em cext dikin li ser dadgehkirina tawanbarên şeran yên mîna Esed û dûvelankên wî li pêş dadgehên tawanên navdewletî, û ew bi hîç awayî nikarin beşdariyê di piroseya veguhestina Sûriyê ber bi dewleteka nû de bikin. Îro miletê Sûriyê di lîstok û hewlên rêjîmê û aliyên dixwazin bandorê li biryar û helwesta wî ya neguhêr bikin digihêje, ku dixwazin mij û dûmanê bavêjin ser rastiyên diyar, lê di heman demê de ev mijarek hestyar e, tê bi armanca veşartina ketwarê metirsîdar yê li ser qadê, mîna wê êrîşa hovane ya li ser Helebê ya ji aliyê rêjîmê ve dibe. Miwefeq Nêrebiyê Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê 10 tîrmeh 2016

Kuştarên Rêjîmê Mebesta Wê Ji “Agirbesta Cejinê” Eşkere Dikin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Firokên şer yên rêjîmê kuştarek li dijî sivîlên bajarokê Dergûş li devera Cisr Elşixûr, di roja sisyan ya Cejna Rojiyê de pêkanîn, ku têde qurbaniyên wê bûne bêhtir ji 27 şehîd û 70 birîndaran, û li aliyek din Heleb, di heyamê du rojên derbasbûyî de û dibin sîbera qaşo "agirbestê" de, rastî zêdetir ji 150 êrîşan hat û têde 44 şehîd ketin. Li ser qada Sûriyê, û dibin sîbera bombebarankirina bermîl û top û mûşekên rêjîmê û bi alîkariya herdu dagîrkariyên Rûsiya û Îranê û guleyên milisên terorîst, hîç wateyek ji agirbesta rêjîmê re nebû. Hevbendiya Niştimanî van komelkujiyên hovane şermezar dike, hevdem civaka navdewletî bi erkên wê li hember tawanên qirkirinên rêjîmê li dijî xelkê sivîlên Sûriyê hayedar dike, û hevdem hevpariya bêdengan ya rasterast di van kuştaran de û sercem kuştarên dibin di derheq xelkê Sûriyê bi destê rêjîmê û hevalbend û palpiştên wê tekez dike. Bê goman sûrbûna rêjîmê li ser heman reftarê tawankariyê û armanckirina sivîlan û binpêkirina agirbestan û heta bigehîje bêrêziya rojên cejnê, ev hemû sûrbûna aliyên li pişt rêjîmê dide xuya kirin ku pêvajoya siyasî ber bi aliyek din dibin, û sûrbûna wan li ser bêdengiyê li hember van komelkujiyan, didin...

Page 100 of 137 1 99 100 101 137

Nûçeyên Dawî