Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê Gelê Sûriyê, pîrozbahiya Gelê Tirkiyê dike, ji bo serkeftina wî di parastina dezgehên xwe yên demokratîk de, li hember hewlên tarîxwazan yên bêhûde ji bo kontrolkirina îradeya gel.
Helbet gelê Tirkiyê, yê baş nirxê azadiyê û demokrasiyê dizane û berhemê wê dîtiye, wê rê nede girûpeke pêlêkirina viyana gel dixwaze, û bi hewlên bêhûde hikumraniya leşkerî carek din bi kotekî dubare bikin, û welat bi paş ve vegerînin serdemên bûrî yên têde xelkê Tirkiyê azadiya xwe jidest da bûn.
Gelê Tirkiyê, di çend demjimêran de karîbû diyar bike ku ew hêjayê piroseya xwe ya demokratîk e, her wekî karîbû di deh salên bûrî de wê biparêze û bijardeyên xwe yên azadîxwaz bihêz bike, hevdem tekez kir ku hikûmet û partiyên Tirkiyê Karin di ezmûna demokratîk de berdewam bin.
Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de û wek nûnerên gelê Sûriyê, pîrozbahiya qehremaniya birayên xwe yên Tirk dikin, û rêz û hurmetê li bijardeyên gelê Tirkiyê digrin, ew gelê dikarîbû serkirde û kadiroyan mezin yên destkeftinên giranbiha ji gelê xwe re pêk anîn, ji nav xwe bibijêre.
Xelkê Sûriyê jî çaverêyên wê rojê ne ku bikaribin jiyanek demokratîk bijîn û wê biparêz in, û bikaribin di bin sîbera dewleta azadî û dad û wekheviyê û ku ji tevahiya xelkê Sûriyê re be bijîn.
Cawîdanî ji şehîdan re,
û saxî ji birîndaran re,
û azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
16 tîrmeha 2016