Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya Gelê Tirkiyê kir li ser serkeftina wan di parastina dezgehên xwe yên demokratîk de li hember hewlên tarîxwazan yên bêhûde ji bona kontrolkirina îradeya gel”.
Hevbendiyê îro di daxuyaniyekê de got: “gelê Tirkiyê, yê baş nirxê azadiyê û demokrasiyê dizane û berhemê wê dîtiye, wê rê nede girûpeke pêlêkirina viyana gel dixwaze, û bi hewlên bêhûde hikumraniya leşkerî carek din bi kotekî dubare bikin, û welat bi paş ve vegerînin serdemên bûrî yên têde xelkê Tirkiyê azadiya xwe jidest da bûn”.
Herwiha daxuyaniyê amaje kir ku Gelê Tirkiyê, di çend demjimêran de karîbû diyar bike ku ew hêjayê piroseya xwe ya demokratîk e, her wekî karîbû di deh salên bûrî de wê biparêze û bijardeyên xwe yên azadîxwaz bihêz bike, hevdem tekez kir ku hikûmet û partiyên Tirkiyê Karin di ezmûna demokratîk de berdewam bin.
Li dawiyê Hevbendiya Niştimanî got: ” wek nûnerên gelê Sûriyê, pîrozbahiya qehremaniya birayên xwe yên Tirk dikin, û rêz û hurmetê li bijardeyên gelê Tirkiyê digrin, ew gelê dikarîbû serkirde û kadiroyan mezin yên destkeftinên giranbiha ji gelê xwe re pêk anîn, ji nav xwe bibijêre”.
Hevbendiyê bal kişand ku Xelkê Sûriyê jî çaverêyên wê rojê ne ku bikaribin jiyanek demokratîk bijîn û wê biparêz in, û bikaribin di bin sîbera dewleta azadî û dad û wekheviyê û ji tevahiya xelkê Sûriyê re be bijîn.
Jêder: Hevbendî