Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Dubare ez bi navê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, kiryarên terorîstî yên rêjîma Esed ên bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya û Îranê li ser bajar û bajarokên Sûriyê û hewlên wê yên berdewam her ji çar salan ve bo drbasbûna kotekî ji bajarê Dareya re û êrîşên wê li dijî sivîlan şermezar dikim, herwiha ez destxweşiyê li xwerageriya xelkê me û qehremanên li ser eniyên şer dikim, yên berxwedanê dikin tevî kuştin û dorpêçkirin û pilangeriya li ser wan dibe.
Her tawanek li dijî sivîlan wê bê siza û dadgehkirin derbas nebe, herwiha dadgehkirin û dûvçûna tawanbaran û her kesê destê wan di rijandina xwînê de heye, erkek e ku nabe destberdarî têde bibe.
Di vê mijarê de, pêwîst e amajeyê bi daxuyaniyên Desteya Hemahengiyê yên her demekê diderkevin bikin, ku nikarin gotina rast bêjin, bitenê kêşeyan daleqandî dihêlin û bêheq hemû aliyan tometbar dikin, bê xuyakirina cudahiya di navbera bikuj û qurbaniyan de, û rola aliyê tewankar di dermafê qurbaniyan de.
Her helwestek nikaribe rojevê berçav bike, û nikaribe li tenişt heqiyê rawest e: nikar e bibe cihê baweriyê, û herwiha nikare helwesteke hevseng bistînê têde bergiriya mafên sivîlan bike û kêşeyên wan serrast bike, her bi vî awayî wê bimîne nêzîktirî aliyê bikuj û celadan bêtir ji aliyê bêguneh û qurbaniyan.
Ebdulîlah Fehid
Sikirtêrê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
17 tîrmeh 2016