Rêxistina DAIŞ ya terrorist duh şemiyê 16 tîrmehê komkujiyek li başûrî Kobanê pêk anî, û di encamê de 7 welatiyên sivîl hatin kuştin li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihîya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve ji malpera me re ragihand.
Mistefa da zanîn ku rêxistina DAÎŞê 7 welatiyên sivîl li gundê Qadiryê yê 5 k.M başûrî bajarokê Sirînê, piştî ku bi dizî ketin nav gund de kuştin.
Mistefa bal kişand ku ev ne cara yekem e ku rêxistina DAIŞê dikeve nav gundên başûrî Kobanê de û Kuştin û revandinê pêk tîne.
jêder: Hevbendî