Birêz Brahîm Biro Serokê Encumana Niştimanî Ya Kurd, Roja yekşemê 17 tîrmeha 2016, sîmînareke siyasî li yek serbazgehên rahênanê yên Pêşmergeyên Roj pêşkêş kir.
Di destpêka gotara xwe de, spasiya Herêma kurdistanê û Serok û Hikûmeta wê kir, her weha spasiya efserên serpereştiya meşq û rahênana pêşmergeyan dikin kir.
Û di sîmaînara xwe de bal kişend ser rewşa siyasî ya giştî û li herêmên Kurdî li sûriyê bi taybetî. Û behsa geştên Encumana Niştimanî Ya Kurd û hevdîtinên wê yên siyasî li Oropayê kir.
Herweha behsa kongireyê Cinêv3 û giringiya hebûna Kurdan di nav Opozisyonê û danûstandinan de kir. Û behsa giringiya derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo nav xaka Sûriyê da berevaniyê di ber dever û xelkên xwe de bikin û bibin bingeha artêşeke Niştimanî Sûrî kir. Her weha deriyê pirsan ji pêşmergeyan re vebû, û Serokê Encuman bersiva wan da.
Jêder: Hevbendî