Alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, mangirtinek li bajarokê Girkêlegê ji bo serbestberdana girtiyên Siyasî yên di zindanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD de îro yekşemê 17 tîrmehê li dar xistin, têde wêneyên girtiyan hatin bilindkirin û doza serbestberdana wan hate kirin.
Xelîl Osman serokê xwecihiya ENKS li Girkêlegê ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku mangirtina wan li dijî kiryarên PYD hatiye lidarxistin.
Osman balkişand ku ewê di çalakiyên xwe yên aştiyane de berdewam bin ta ku girtiyên siyasî di zindanan de nemînin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî bidawîbûna mangirtinê, û dema ku Xelîl Osman, serokê xwecihiya Girkê Legê, bi motosîklê xwe vedigeriya gundê xwe Sermisax, rastî bûyerekê bû, ku otomobîlek a yekî ji layingirên PYD, li ser rêyeke axî lê da, û hat veguhestin bo nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo, û rewşa wî ya tenduristî di metirsiyê de ye.
Jêder: Hevbendî