Ebdulîlah Fehid, Sikirtêrê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê diyar kir ku daxuyaniyên Desteya Hemahengiyê yên her demekê derdikevin “nikarin gotina rast bêjin, bitenê kêşeyan daleqandî dihêlin û bêheq hemû aliyan tometbar dikin, bê xuyakirina cudahiya di navbera bikuj û qurbaniyan de, û rola aliyê tewankar di dermafê qurbaniyan de”.
Fehid duhî roja yekşemê û di daxuyaniyekê de gotibû, ku her helwestek nikaribe rojevê berçav bike, û nikaribe li tenişt heqiyê rawest e: nikar e bibe cihê baweriyê, û herwiha nikare helwesteke hevseng bistînê têde bergiriya mafên sivîlan bike û kêşeyên wan serrast bike, her bi vî awayî wê bimîne nêzîktirî aliyê bikuj û celadan bêtir ji aliyê bêguneh û qurbaniyan.
Fehid dubare bi navê Hevbendiya Niştimanî hemû kiryarên terorîstî yên rêjîma Esed ên bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya û Îranê li ser bajar û bajarokên Sûriyê û hewlên wê yên berdewam her ji çar salan ve bo derbasbûna kotekî ji bajarê Dareya re û êrîşên wê li dijî sivîlan şermezar kir, herwiha destxweşî li xwerageriya xelkê û li qehremanên li ser eniyên şer kir, yên berxwedanê dikin tevî kuştin û dorpêçkirin û pilangeriya li ser wan dibe.
Sikirtêrê giştî got ku “her tawanek li dijî sivîlan wê bê siza û dadgehkirin derbas nebe, herwiha dadgehkirin û dûvçûna tawanbaran û her kesê destê wan di rijandina xwînê de heye, erkek e ku nabe destberdarî têde bibe”.
Jêder: Hevbendî