Endamê Hevbendiya Niştîmanî Ya Hêzên Şoreş Û Dijberiya Sûriyê, Mihemed Yihya Mektebî, tekez kir ku navnîşana herî diyar ji dîmena Sûriyê re, ew terora navdwletî ya ku Rûs bi hevkariya Îran û rêjîma Esed bikar tîne, herwiha ji aliyê xwe ve Amerîka çavê xwe ji komkujiyên pêkhatî digre.
Mektebî di hevpeyvînekê de ligel Radyoya “El-Kul” diyar kir ku heta vê kêlîkê ti îradeyeke navdewletî ji bo sizakirina rêjîma Esed û rawestandina tawankariya wî li dijî sivîlan tine ye, wek ku gelê Sûriyê di nav agirekî û şerê tinekirinê yê ku Rûsya û Îran û rêjîma Esed pêk tîne bê hiştin, û rêjîm bi ti fişareke navdewletî hest nake, lewma di pêkanîna komkujiyan de berdewam e, û lê zêde kir:”Niha bêhêvîbûnek mezin ji danûstandina navdewletî bi rewşa Sûriyê re li cem me çêbûye”.
Herwiha endama Desteya Bilind ya Danûstandinan Besma Qedmanî Duh Yekşemê, got ku Amerîka di riwê Rûsya a ku “Tawanên Cengê” li Sûriyê pêk tîne ranaweste, û lê zêde kir: “Tişta ku niha nîne ew e, reyakisyonek cidî dijî kiryarên Rûsya li ser erdê “. Û destnîşan kir ku dibe lidarxistina gereke nû ji danûstandinên Cenêvê dûr be, ji ber beşdarbûna Rûsya di êrîşên asîmanî de piştî “Derewên berdewam” derbarê gavên ku wê amadebûna pêkanîna wan nîşan dide ji bo aştiyê li Sûriyê.
Qedmanî destnîşan kir ku divê Amerîka û hevalbendên wê li Ewropa û Rojhilata Navîn bikaribin gavinan bavêjin ji bo ku bandorek bihêz bête encamdan bo rûbirûbûna Rûsya, lê xuya ye ev tedbîr peyda nabin,”Bi rastî tiştekî cihê dudiliyê ye ku hêzên Rojava yên ku di nav du kevanan de dostên gelê Sûriyê ne, ti rêbazeke berdêl pêşkêş nakin”.
Jêder” Hevbendî+ Hin Ajans