Piştî bidawîanîna civînên xwe li paytexta Erebistana Siûdî Riyazê, Desteya Bilind ya Danûstandinan careke din pabendbûna xwe bi Operasyona Siyasî ragihand, û destnîşan kir ku rawestandina danûstandinan “Ji encama rijdbûna rêjîma Esed li ser çareseriya leşkerî bû”, û tekez kir ku ew pabend e bi çûna Esed di heman dema avakirina Desteyeke Hukumranî ya ku wê serpereştiya qonaxa veguhêz bike.
Duh, êvarê û di seatên dawî de civînên Desteya Danûstandinan piştî dirêjiya sê rojan bidawî hatin, ku têde pêşhatên herêmî û navdewletî hatin gengeşekirin, herwiha karê komîteyên nû, û karê herî giring yê Komîteya Danûstandin û Pêwendiyan bi pêkhatiyên gelê Sûriyê û hêzên siyasî û civakî re, ew jî li gor daxuyaniyeke Desteyê.
Daxuyaniyê tekez kir ku endamên Desteyê”Reşpelika belgenameya ku ji bo danûstandinê hatibû amadekirin derbarê nerîna wê ji Operasyona Siyasî re li gor beyanameya Cenêvê, ji qonaxa danûstandinê heta dawiya qonaxa veguhêz vekolîn kirin “, û destnîşan kir ku wê Deste”Danûstandinên xwe bi hemû hêzên gelê Sûriyê, û pêkhateyên wê re berdewam bike, ji bo pêkanîna beşdarbûneke berfireh di pêşxistina nerîna siyasî de”, ew jî li gor daxuyaniyê.
Desteyê pabendbûna xwe bi Operasyona Siyasî tekez kir “Herwiha tiştên ku Kongreyê Riyazê destnîşan kiribû, ji ber ku ew belgenameyek sereke ye ji bo yekirina nerînên hemû hêzên Şoreş û Dijberiyê”, û destnîşan kir ku “Rawestandina danûstandinan ji encama rijbûna rêjîma Esed li ser çareseriya leşkerî wek ku wî nav lê kiriye, û redkirina çareseriya siyasî ya ku beyanameya Cenêvê destnîşan kiribû, herwiha hemû biryarên navdewletî yên ku ji Encumena Asyişê û Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û ji kongreyên navdewletî yên pêwendîdar derketibûn, yên ku biryar dabûn ku Operasyona Siyasî ji avakirina Desteyeke Hukmranî veguhêz ku hemû desthilatên cîbicîkar biçin jê re dest pê dike“, û tekezî li ser dûrkirina Esed û zilamê rêjîma wî dema ku desteya veguhêz ava bibe.
Desteyê destnîşan kir ku berdewamiya hin nûnerên wê di gengeşeyên teknîkî de di çarçoveya danûstandinên Cenêvê de “Nîşana tirsa wê ye li ser berdewamiya Operasyona Siyasî“, û tekez kir ku danûstandin “bi hewceyî binamayan e, ya giring rêzgirtina biryarên navdewletî, û pabendbûn bi naveroka wan, nexasim yên girêdayî bi warî mirovî ve, bo avakirina wargehekî gelêrî aram ku serkeftina Operasyona Siyasî misoger bike”.
Deteyê êrîşên balafirên Rûsya li ser cîgehên Artêşa Azad, û beşdarbûna wê ya bihêz di operasyonên rêjîma Esed yên dijminker bi hevalbendên wê re li dijî gelê Sûriyê li jêr sîwana şerê terorê” protesto kir, û destnîşan kir ku hemû “operasyonên Rûsya cihên sivîlan kirine armanc, û piraniya qurbaniyan jin û zarok bûn li gor wê daxuyaniyê”.
Desteya Danûstandinan matmayî ma derbarê “ne zelelbûna rêkeftinên Rûsya û Amerîka derbarê doza Sûriyê”, û daxwaza “Zelalî û rastiyê” kir, herwiha pêkanîna lêvegerekê ji operasyonên şerê terorê re û tişta ku Rûsya dixwaze, ji cudahîkirina di navbera rêkxistinên ku navê terorê lê dike, û sivîl û fesîleyên Artêşa Azad, û hişyarî da derbarê ku dibe ku operasyona jinavbirina terorê bibe komkujî li dijî sivîlan yên ku cihê aram ji xwe re nabînin, da ku xwe ji topbarana rojane ku li ser mal, gund û bajarên wan e rizgar bibin.
Û tekez kir li ser nebûna ti hêzeke tundrew li Sûriyê kir, û destnîşan kir ku “şerê bi awayekî bêserûber dê tevahiya gel rastî metirsiyan bîne “, herwiha daxwaza piştgiriya leşkerî û lojistî ji fesîleyên Artêşa Azad re xwest ji ber ku ev fesîl rûbirûna dijminahiya rêjîma Esed û hevalbendên wî li ser gelê Sûriyê bi awayekî rojane dikin”.
Desteyê ragihand ku ew bi gelê Tirkiyê û hikûmeta wê ya hilbijartî re ye, herwiha bi rewatî û demokrasiyê re ye, û li ser xemxoriya hevkariya ligel şanderê navnetwî bo Sûriyê Steffan De Mistura ji bo “serkeftina Operasyona Siyasî ‘jî tekez kir.
Jêder: Hevbendî