Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hin “ajansên ragihandinê” hindek derew û goman xistin li ser helwesta Hevbendiyê û herwiha li ser helwestên endamên wê derbarê pabendiya wan bi armanc û piransîpên şoreşê, lewra me bi pêdivî dît ku hin xalan derbarê vê rewşê carek din ron bikin, tevî diyarbûna helwesta Hevbendiyê û endamên wê.
Em carek din tekez dikin ku nabe Esed bibe beşek ji çi çareseriyek siyasî, û ew nayê qebûlkirin di ti qonaxek veguhêz de, dema wê çend be û bi çi awayî be, herwiha em cext dikin li ser dadgehkirina tawanbarên şeran yên mîna Esed û dûvelankên wî li pêş dadgehên tawanên navdewletî, û ew bi hîç awayî nikarin beşdariyê di piroseya veguhestina Sûriyê ber bi dewleteka nû de bikin.
Îro miletê Sûriyê di lîstok û hewlên rêjîmê û aliyên dixwazin bandorê li biryar û helwesta wî ya neguhêr bikin digihêje, ku dixwazin mij û dûmanê bavêjin ser rastiyên diyar, lê di heman demê de ev mijarek hestyar e, tê bi armanca veşartina ketwarê metirsîdar yê li ser qadê, mîna wê êrîşa hovane ya li ser Helebê ya ji aliyê rêjîmê ve dibe.
Miwefeq Nêrebiyê
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
10 tîrmeh 2016