Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, Ebdulkerîm Mihemed endamê ofîsa siyasî ya PDK-S û Enwer Naso endamê ofîsa siyasî ya partiya Yekîtî û Ridwan Hemo endamê heman partiyê îro Yekşemê 10-7-2016 ji zindana Çirkîn li bajarê Qamişlo piştî 46 rojan ji binçavkirinê serbest hatin berdan.
Enwer Naso ji malpera me re diyar kir ku ew û hevalên xwe bi tewana xwepêşandanên bêdestûrdan hatibûn binçavkirin, û li ser vê bingehê vekolîn bi wan re dihat kirin, û ti eşgence li wan nehatiye kirin lê rewşa wî û ya Ridwan Hemo ya tenduristî nebaş bû û ji bo nexweşaneyê hatinbûn veguhestin.
Tê zanîn ku ta vê gavê girtiyên siyasî yên bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ve, di zindanên PYD de binçavkirî hene.
Jêder: Hevbendî