Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, tekezî li ser neguhêrên Şoreşa Sûriyê kir, û di serî de hilanîna Esed, û çênabe ku ew beşek ji çareseriya siyasî be, û her weha tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ti hebûna Esed di çi qonaxa veguhêz de, ger dema wê çibe şêweyê wê çawa be jî, napejirîne.
Ev helwesta wî di daxuyaniyeke rojnamevanî de doh hat, wek bersivekê li ser derewên hin “dezgehên ragihandinê” belav kiribûn, ji bo gomanan têxin ser helwestên Hevbendiyê û pabendiya wê bi neguhêrên Şoreşa Sûriyê û armancên wê.
Û Nêrebiyê bi xurtî tekez kir ku divê tewankarên cengê yên mîna Esed û alîkarên wî, cihê wan tenê dadgeha tewangên navdewletî be, û ew nikarin beşdariyê di pirosesa siyasî de ya ji bo dewleta Sûriya nû bikin.
Û cîgirê serokê Hevbendiyê got:” miletê Sûriyê têgihiştî bûye di lîstok û hewlên rêjîmê û aliyên dixwazin bandorê li biryar û helwesta wî ya neguhêr bikin, û ew dixwazin mij û dûmanê bavêjin ser rastiyên diyar, lê di heman demê de ev mijarek hestyar e, tê bi armanca veşartina ketwarê metirsîdar yê li ser qadê, mîna wê êrîşa hovane ya li ser Helebê, ya ji aliyê rêjîmê ve dibe”.
Jêder: Hevbendî