Malbata Rojnamevana Amerîkî Marî Kolfîn ya di sala 2012an de li Sûriyê hatî kuştin, dozgeriyek pêkêşî dadgeheka Amerîka kir, ji bo tometbarkirina rêjîma Esed bi kuştina wê ya bimebest, ku Kolfîn digel wênegirê Firinsî Rîmî Oşlîk li bajarê Himusê yê dorpêçkirî di sala 2012 an de hatin kuştin di dema şopandina bûyerên şoreşa Sûriyê.
Di belgenameya dozgeriyê de ya ku ji aliyê malbatê ve li Waşinton hatî pêşkêşkirin hatiye, ku berpirsên rêjîma Esed bi mebest mûşek avêtin Stodyoya demkî ya weşanê ya ku baregehê bicihbûn û karê Kolfîn û rojnamevanên din bû, û got ku: êrîş beşek ji pilanekê bû ku li ser astên bilind ji aliyê rêjîma Esed hatibû pilankirin bo bêdengkirina rojamegeriya xwecihî û ya navdewletî “di çarçovê hewlên wê de yên ji bona jinavbirina opozisyona siyasî”.
Herwiha di dozgeriyê de hin belgên din hene ji wan nameyeke ku bi faksê hatiye şandin ji nivîsîngeha ewlekariya netewî re, ya rêjîma Esed di tebaxa 2011 an de, ji bona arastekirina aliyên ewlekariyê ji bona encamdana hilmetên serbazî û yên hawalgerî li dijî “wan kesên bi şêwandina dîmenê rêjîmê li pêş dezgehên çapemeniya biyanî û rêxistinên navdewletî dirabin ” ligor gotina wan.
Ku gelek rêxistinên navdewletî piştgiriya vê dozgeriya li dijî rêjîma Esed kirin, ji wan rêxistinan “peyamnêrên bê sînor” û “Navenda dad û lêpirsînê” ya Amerîkî, ya dozgerî bi şûnkariya malbata Kolfîn li xwe girtî, û di daxuyaniya wê de hatibû û li ser zarê xûşkeka Kolfîn: “em hewl didin bigihin rastî û dadiyê, netenê ji bona Marî, lê herwiha ji bona bi hezaran bêgunehên Sûriyê yên hatîn eşkencedan û kuştin li ser destê rêjîma Esed ya stemkar”.
Li aliyek din, sikirtêrê rêxistina Peyamnêrên bêsînor, Kirîstover Dîlwar got: ” em hêvîdar in ku ev bizav wê rastiyê bidin xuyakirin, ku ew rojnamevan bi mebest hatine kuştin, ji ber ku wan zanyarî li ser tawanên rêjîma Esed li dijî sivîlan pêşkêş dikirin “.
Rêxistinê got ku wê roja duşemê dozgeriya malbata Kolfîn bidin dadwerê berpirs di lêkolîna rojnamevanê Firinsî de, ku Firnsa di sala 2012 an de, bi lêkolînekê rabû li ser kuştina Oşlîk û birîndarbûna rojnamevan Îdît Bifiyê bi birînên giran di heman êrîşê de.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûriyê ya mafên mirov di nîva yekê de ji sala 2016an, bi belgekirina kuştina 45 mideyakaran rabibû, û girtin û revandina 27 û birîndarkirina 38 ên din, û herwiha Tora navhatî kuştina 12 mediyakar û birîndarkirina 15 ên din dîkomînt kir di heyva cehzerana bûrî de.
Jêder: Hevbendî + Wekalat