Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê yê Frensa Munzir Maxos got:” Çi guherîn di helwesta Opozisyonê de ji bo mana Beşar Elesed nîn e, û ew di qonaxa veguhêz de nayê pejirandin”.
Maxos bal kişand ser ko amadekarî ji bo du civînên giring di rojên dahatî de nuha tên kirin, çimkî civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî li Istanbulê vê duşembê dest pê dikin, û ew civîna mehane ye, û li pey wê dê civîna Desteya Bala ya danûstandinan li Riyadê paytexta Siûdiyê lidar bikeve.
Maxos diyar kir ko ecindeyeke di lîsta karê Hevbendî û Desteyê de heye, ew jî lênerîna damezirandina Desthilateke nû ye, piştî destjêberdana Ehmed Tuma ji serokatiya desthilatê û Cewad ewbû Heteb li şûna wî hatiye teklîfkirin. Û wezareta nû ya wê ji hêla Ebû Heteb bê pêşkêşkirin wê bê gengeşekirin. û destnîşan kir ko wê desthilata bête berhevkirin bi şêweyek biçûkirî be, hemû kartan na nimîne mîna damezirandinên kilasîk. û got ko wezîrên ko hatine pêşinyarkirin dê li ser pirogramên wan û karê wan yê siyasî gengeşe bibe.
Balyozê Hevbendiyê yê Firensa got ko Desteya Bala dê pirojeyê Şandyarê Navdewletî Stîvan Dî Mistora yê ji bo vegera gera Danûstandinên Cinêvê ko dawiya evê mehê an destpêka meha dahatî ye gengeşe bibe, piştî ko danûstandin ji meh û nîvekê ve hatine rawestandin. Destnîşan kir ko ev mijar bi xwe jî bête gengeşekirin da tekez bibe bê ka sedemên ko danûstandin ji bo wan rawestiyan çareser bûn an na û çi pêşkevtin li ser xakê heye ko derfetê bide berdewambûna danûstandinan ji bo veguhastina siyasî pêk were.
Îro duşembê civînên Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di rola xwe ya 29an li Istanbulê dest pê kirin. di lîsteya karê wê de rewşa mirovî û ya meydanî û damezirandinên Desthilata Sûrî ya demkî ya nû û berfirehkirina Encûmena Tirkimanî û rewşa penaberên li ser sînorê Urdinê hene.
Hevbendî+Eêşerq Elewset