Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên Hevpeymaniya Navdewletî, yên ku gereke êrîşên wan li dijî rêxistina terorîst ya DAÎŞ’ê bin, di heyamê du rojên bûrî de du kuştarên tirsnak li taxa Elhizawiyê li Minbicê û li navçeya Eltoxar li gundewarê wê pêk anîn, ku têde heta niha nêzîkî 100 kuştî û bi dehan kes birîndar ketine, tevî ku hêjî gelek kes asê mane di nav kavlên avahiyên herfandî de, hevdem ku ligor hin nûçeyên xwecihî, niha gundên başûrê bajêr rastî heman êrîşên firokên Hevpeymaniyê dibin.
Hevbendiya Niştimanî gunehê wek van kuştaran li ser astê yasayî û mirovî têxe stûyê Hevpeymaniya Navdewletî.
Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî van komelkujiyan şermezar dike, ji ber ku kuştarên hovane yên kuştinê ne, û daxwaza rawestandina wan li ser gund û bajar û taxên nişteciyan dike, û encamdana lêkolînan di van tawanan de dike, û dadgehkirina berpirsên vê yekê dike û herwiha standina rêşûnên pêwîst bo parastina sivîlan, û dûrketina ji armanckirina wan, herwiha cext dike li ser wê yekê ku pêwîst e her kiryarek li dijî rêjîma tawankar û li dijî rêxistinên terorîst bi armaca parastina sivîlên Sûriyê be.
Ji ber ku şer li dijî terorê nabe bi rêka armanckirina sivîlan bi vî awayê hovane be, û nabe sivîl bêne armanckirin dibin çi behaneyekê de, û bi taybetî ku ev ne yekemîn komelkujî ye bi vî hawî, herwiha ku Hevbendiyê hîç lêkolîn di bûyerên berê de nekiriye.
Di heyamê çend demjmêrên bê de, wê desteya serokatiya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, civînek awarte lidar bixe û wê têde pêşhat bêne gengeşekirin û herwiha wê rêşûnên pêwîst bên kirin ji bona serderiya ligel vê binpêkirina li dijî çaremîn rêkeftina Jinêvê ya li ser parastina sivîlan di demê şeran de, tevî ku ev yek binpêkirinek xuya ye ji her tiştê hatî ragihandin re , ji aliyê her yek ji Amerîka û Rûsiya ve derbarê parastina sivîlên Sûriyê.
Rehmet li şehîdan be,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û miletê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
19 tîrmeh 2016