Rêjîma Esed Dareya ya dorpêçkirî, bi 748 bermîlên teqîner ji hezêrana bûrî de bombebaran kiriye, di encamê de 28 kes şehîd ketin, û senter û malên xelkê wêran bûn, û berhemên çandiniyê şewitîn, di heman dema dorpêça rêjîmê de ji 8000 kesê sivîl re di hundurê Bajêr de ji berî 1300 rojî de.
Ev li gor raporekê ku encumana xwecihî ya Bajêr derbarê belgekirina binpêkirinên rêjîma Esed derxist, û raporê hejmara qurbaniyan li bajêr diyar kir ku ji destpêka şoreşê de û ta hezîrana bûrî giha 2524 kesî, û 2225 kes ji wan binavan hatine belgekirin, û 71 di bin eşkencê de jiyana xwe di zindanên rêjîmê de jidest dan, û hejmara giştî ya girtiyên bajêr 2198 kes in û 33 zarok jî di nav wan de hene.
Û ev gurkirina şer û tewanan ji hêla Rêjîmê û milşiyên regezperest yên bi ser wê ve hat, wek hewildanekê ji bo destdanîna ser bajêr pêşveçûna ber bi navenda wê de. Û dest danî ser zeviyên derdorê û nehişt sivîlên têde dorpêçkirî sûdê jê wergirin, ji lewra derbederiyek navxweyî çêbû û ber bi deverên niştecîbûyî de çûn, û ew dever jî ji aliyê rêjîmê vet ê armanckirin.
Û Nivîsgeha Dadgehkirinê li dareya ji berî çend rojan ve daxuyaniyek derxistibû têde amadebaşî û nefîra giştî ragihandin, ji bo di rûyê êrîşên Rêjîmê yên dijî bajêr pêk tên derkevin, û daxuyaniyê ji hemî xortên gihayî yên ku dikarin rajin çekan xwest ku berê xwe bidin eniyan û berevaniyê di ber xelkê de bikin dijî hêzên Esed û milîşyayên regezperest ên dagîrker.
Û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, şermezarkirina Hevbendiyê ragihand ji operesyonên terorîstî yên tewankarî yên ku rêjîma Esed bi piştgiriya dagîrkerên Rûsî û Îranî li bajar û bajarokên Sûriyê pêk tîne, û hewildanên wê yên berdewam ji bo derbasbûna kotekî ji bajêrê Dareya re ji berî 4 salan ve, her weha hemî êrîşên li dijî Sûriyan pêk tîne, û pesnê xweragiriya sûriyan li Eniyên şer da, tevî hemî kuştin û dorpêçkirin û pîlangeriya dijî wan dibe.
Û emîndarê giştî got ku:” çi tewana dijî sivîlan li Sûriyê pêk tê, bê sizakirin û hesabdîtin derbas nabe, û sizakirina tewankarên ku destê wan bi xwîna Sûriyan bûye erkek e çênabe dest jê bê berdan”.
Jêder : Hevbendî+ Ajans