Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên şer yên rêjîmê kuştarek li dijî sivîlên bajarokê Dergûş li devera Cisr Elşixûr, di roja sisyan ya Cejna Rojiyê de pêkanîn, ku têde qurbaniyên wê bûne bêhtir ji 27 şehîd û 70 birîndaran, û li aliyek din Heleb, di heyamê du rojên derbasbûyî de û dibin sîbera qaşo “agirbestê” de, rastî zêdetir ji 150 êrîşan hat û têde 44 şehîd ketin.
Li ser qada Sûriyê, û dibin sîbera bombebarankirina bermîl û top û mûşekên rêjîmê û bi alîkariya herdu dagîrkariyên Rûsiya û Îranê û guleyên milisên terorîst, hîç wateyek ji agirbesta rêjîmê re nebû.
Hevbendiya Niştimanî van komelkujiyên hovane şermezar dike, hevdem civaka navdewletî bi erkên wê li hember tawanên qirkirinên rêjîmê li dijî xelkê sivîlên Sûriyê hayedar dike, û hevdem hevpariya bêdengan ya rasterast di van kuştaran de û sercem kuştarên dibin di derheq xelkê Sûriyê bi destê rêjîmê û hevalbend û palpiştên wê tekez dike.
Bê goman sûrbûna rêjîmê li ser heman reftarê tawankariyê û armanckirina sivîlan û binpêkirina agirbestan û heta bigehîje bêrêziya rojên cejnê, ev hemû sûrbûna aliyên li pişt rêjîmê dide xuya kirin ku pêvajoya siyasî ber bi aliyek din dibin, û sûrbûna wan li ser bêdengiyê li hember van komelkujiyan, didin eşkerekirin ku em nikarin ber bi pêvajoyek siyasî biçin bê dupatkirina rastiya niyaz û baweriyê bi çespandina agirbestê û peydakirina seqayê bo vê yekê.
Xelkê Sûriyê di rojên Cejinê de, sersaxî û behîdariya hev dikin û rehmê ji şehîdan re dixwazin li şûna ku cejna hev pîroz bikin, hevdem digel nebûna hîç aliyekî ya dezgeheke navdewletî ku bikaribe rêzê li erkê xwe bigire di ber parastina miletekî de ku rastî dirindtirîn awayên tawanên şer û yên dijmirov dibe.
Rehmet li şehîdan be,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û miletê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
08 tîrmeh 2016