Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Muwefeq Nêrebiyê, da xuyakirin ku rêjîma Esed nehişt zarokên Sûriyê bi se’etek kêf di roja cejnê de jî şa bibin, û malbatên Sûriyê li şûna ku pîrozbahiya cejna hev bikin, sersaxî ji hevre dixwestin.
Û 68 kes 9 zarok û 4 jin jî di nav wan de hebûn di sêyemîn roja cejnê de şehîd ketin, û 56 binpêkirin hatin jimartin li tevaya deverên Sûriyê.
Û Nêrebiyê di daxuyaniyeke taybet de roja şemiyê weha got: tiştên ku di rojên cejnê de çêbûn, dilsariyê ji beşdarbûna gereke nû ya danûstandinan li Cinêvê çêdike, ji ber ku rêjîma Esed hîn jî ne rast e di pirosêsa siyasî de, û tu riyan jêre nabîne ji bilî tundûtûjî û xwîn û wêrankirinê.
Û Nêrebiyê got ku ew kesên ku Esed di rojên cejnê de ew kuştine, diyartirîn nîşane ji têgeha ” agirbestê ” re li rex vê Rêjîmê, û ji endamên Girûpa Navdewletî Ya Piştgiriya Sûriyê xwest ku helwesteke xurt bistîne ji bo rê li pêşiya pirosesa siyasî xweş bike, di riya dergehê wê yê eşkera: “veguhestina siyasî” re.
Jêder: Hevbendî