Encumana Xwecihî ya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, duh 9 tîrmehê civînek bi beşdarbûna endamên wê yên li derveyî bajêr bi riya (Skype) li dar xist, û têde çend biryar sitandin li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand.
Mistefa bal kişand ku civat bi berferehî li ser rewşa xelkên Kobanê û zehmetiyên ku dibînin rawestiya, her wiha doza peydakirina alîkariyan ji wan re kirin.
li ser kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD Mistefa got ku pêwîste PYDê rê bide rêxistinên xêrxwaziyê û astengiyên ku li hember karê wan derdixin rawestîne
Mistefa da xuyakirin ku bajarê Kobanê bûye weku herêmeke leşgerî û kiryarên PYDê yên şaş bûne sedem ku xelkên Kobanê perîşn bibin û kesên vegeryane jî careke din dixwazin ji bajêr derkevin.
di dawiya axaftina xwe de Mistefa got Ku civat li ser rewşa siyasî û meydanî li deverên kurdî bi taybet sekinî, û karê komîtên Xwecihiyê hatin nirxandin.
jêder: Hevbendî