Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê binpêkirin û zêdegaviyên ko dagîrkerên Israîlê li ser xaka Sûriyê aliyê Colan yê rizgarbûyî dike pirotesto kir, û tekez dike tiştê ko dagîrkerên Israîlî li herêmê dikin ew li gor yasaya Navdewletî û peymanên navdewletî binpêkirin û zêdegavî ne.
Ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî tête xwestin ko li himber evan zêdegaviyan bi berpirsiyariyên xwe rabe, û gerek pêrabûnine praktîkî yên pêdivî bike da rê li ber evan dijminkariyan bigire û nehêle careka din dubare bibin.
Bêguman Rêjîma Esed û Milîtanên ko li rex wê şer dikin û ji nav wan jî Hizbulla tirorist berpirsiyariya evê bêserûberbûna li Sûriyê û herêmê hildigirin, di pey re bobelatên ko anîn pê bi hewldana reva ji aloziyê ko dergeh li ber dagîrkeran vekirin tako zêdegavî kirin û welat xistin nav bêserûberiyê.
Di vir de gerek em zêdegaviyên berdewam yên ko Firokên Rêjîmê bi erêkirina dagîrkerên Israîlî destnîşan bikin, bi amanca bombebarana herêmên bêçek û derbaskirina Çekên giran ji bo Sivîlan bikujin bê ko çi rexneyê ji hêla Netewên Yekgirtî bibînin.
Hevbendiya Niştimanî dubare dîsa dagîrkeriya Israîlî red dike û hem bi pirinsîbên ko di wijdanê miletê Sûrî de hatine çandin pabend e, li gora helwesta Erebî ya bipirinsîb û li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 242 û 497 ko bi pirinsîba rizgarkirina hemû xaka Erebî ya dagîrkirî û di serî de bi rizgarkirina Colanê pabend e.
Xwedê Pakrewanan bi dilovaniya xwe şad bike,
Azadî ji bo Girtiyan,
Bijî Sûriyê û bijî Miletê wê azad û serfiraz.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
13.07.2016