Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, binpêkirin û zêdegaviyên ku dagîrkerên Israyîlî li ser xaka Sûriyê li aliyê rizgarkirî ji Colana Sûrî dike şermezar kir, û di daxuyaniyeke xwe de doh tekez kir ku tiştê Istaîl li deverê dike binpêkirina yasaya navdewletî ye û zêdegavîne der barê lihevkikrinên navdewletî.
Û hevbendiyê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî xwest ko bi berpirsiyariyên xwe li himber evan zêdegaviyan rabe, û gerek pêrabûnine praktîkî yên pêdivî bike da rê li ber evan dijminkariyan bigire û nehêle careka din dubare bibin.
Û hevbendiyê Rêjîma Esed û Milîtanên ko li rex wê şer dikin û ji nav wan jî Hizbulla tirorist, kirin berpirsên vê bêserûberbûna li Sûriyê û herêmê dibe, her weha di ber bobelatên ko pêk anîn bi hewldana reva ji aloziyê, û vekirina dergeh li ber dagîrkeran, da ko zêdegavî kirin û welat xistin nav bêserûberiyek mezintir.
Û hevbendiyê diyar kir ku zêdegaviyên berdewam yên ko Firokên Rêjîmê dikin, bi erêkirina dagîrkerên Israîlî dibin, bi amanca bombebarana herêmên bêçek û derbaskirina Çekên giran, ji bo Sivîlan bikujin, bê ko çi rexneyê ji hêla Netewên Yekgirtî bibînin.
Hevbendiya Niştimanî dîsa dagîrkeriya Israîlî red kir, û pabendiya xwe bi pirinsîbên di wijdanê miletê Sûrî de hatine çandin nû kir, ew piransîbên li gora helwesta Erebî ya pirinsîbdar û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 242 û 497, û pabendiya bi pirinsîba rizgarkirina hemû xaka Erebî ya dagîrkirî û di serî de rizgarkirina Colanê.
Jêder: Hevbendî