Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi xem û kovan, nûçeya şehîdbûna qehreman “Xalid Omer Hirih”, xwebexşkar di tîma Bergiriya Sivîl ya Helebê de û birîndarbûna hin hevkarên wî di tîma Bergiriya Bajêrvaniya Idlibê de bihîst; ji encamê êrîşeke esmanî li ser wan di dema bi erkê xwe yê mirovî di hawarçûna nexweş û birîndaran ve radibûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, û binavê gelê Sûriyê, sersaxiya malbat û heval û hevkarên wî dike, û hêviya saxiyê ji nexweş û birîndaran re dike, da bilez vegerin li ser karê xwe yê xwebexş ji bona hawarhatina sivîlan û piştgiriya bizav û xebata şoreşgerên rêka azadî û serxwebûnê.
Em û hûn li ser soza xwe ne, bawerin ku zehmetî û xebata qehremanên li ser hemû eniyan, ew e rê ji bona bidestxistina armanc û daxwazên xelkê Sûriyê.
Bilindahî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
12 tebax 2016