Serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb doh serdana çend herêman li Gundewarê Idlib kir, û ligel endamên Encûmena xwecihî û endamên tîmên bijîşkî û yên Berevaniya Sivîl li bajarê Seraqib civiya. Seraqiba dikeve ber bombebarana berdewam ji hêla Rûsîya ve, û di encamê de bi dehên qurbaniyan ketine û nîvê Niştecihên wê koçber bûne.
Ebû Heteb bargehên ko ketine ber bombebaranê şopandin, da pêdiviyên bajêr bizane. Çalakvanan anî ziman ko bajarê Seraqib di sê rojên dawî de, bi dora 81 êrîşên asmanî hatiye bombebarankirin. Ji wan herêmên ketin ber bombebarana asmanî Sûka bazirganî û navenda Bijîşkî li bajêr, hem jî Banka Xwînê û di encamê de sê Turumbêlên Ambûlensê û Turumbêleke Berevaniya Sivîl hatine têkbirin.
Ebû Heteb di serdana xwe de ko du nûnerên wezaretan li Herêmên amanckirî digel wî bûn, pêvajoya karê desthilata Sûrî li herêmên rizgarkirî gengeşe kir. hem jî li ser rola Encûmenên xwecihî û dezgehên li wir kar dikin tekez kir, her wiha piştgiriya Desthilata Demikî ji van Encûmenan re destnîşan kir.
Bajarê Helebê û Idlib ji encama operasiyonên leşkerî yên Rêjîmê û Rûsya, rewşa wan pir aloz e. Bombebaran herêmên niştecihan û dezgehên giring wek dibistan, firne, perestgeh, nexweşxane û navendên bijîşkî amanc dikin, û hiştiye ko piraniya van navendan ji xizmetê derkevin, anko bi rêjeya ku her 24 demjimêran navendek têk diçe.
Rûsya operasiyoneke asmanî ya tolhildanê li dijî sivîlan bikar tîne, piştî ko firokek wê berî çend rojan li asmanê Seraqib li Gundewarê Idlib ket.
Di encamê de bi dehan kes bi sedema evan operasiyonan bûne qurbanî û hin birîndar bûne.
Jêder: Hevbendî