Endama şanda gelê Sûriyê bo danustandinên Jinêv, diyar kir ku destkeftên li Helebê hatin bidestxistin, û têde şoreşgeran karîn dorpêçkirina li ser taxên rojhilat ên Helebê bişkînin, wê tarazûyan bigiherîne û wê helwesta şanda danustandinkar xurt bibe di dema gerên nû yên danustandinan li Jinêv lidar bikevin.
Qedmanî got: “ez bawer im ku Rûsiya dikaribû berî vê êrîşê, me bikişîne li ser maseya danustandinan û me li ser pêkanîna hikûmeta yekgirtiya niştimanî digel mana Esed di desthilatê de neçar bike”, û got ku “peyama ji meydanê hatî got: em nahêlin ev yek bibe, û got: bajarekî bi tevahî nexenqîne ji bona ferzkirina nêrîna xwe li ser çawaniya çareseriya siyasî”.
Têzanîn ku desteya bilind ya danustandinan beşdariya xwe di gera sêyem ya danustandinan de helawîstibû, ji ber pabendnebûna rêjîma Esed û hevalbendên wî bi agirbesta rawestandina karên dijminkarî, herwiha dirêjîpêdana dorpêçkirina bajaran û birçîkirin û bombebarankirina xelkê sivîl, û redkirina serbestberdana girtiyan.
Qedmanî bal kişand ku li hember dorpêçkirina hatî sepandin ji aliyê rêjîma Esed û bi piştgiriya Rûsiya “hîç karvedanek nehat kirin ji aliyê civaka navdewletî, û cîhan bi tevahî bêdeng rawestyayî ma li hember vê tiştê”.
Herwiha bal kişand ku armanc ji “karîdorên mirovî” yên digotin ew bû, xelkê bi neçarî koçber bikin û got: ” dixwestin bêjin: yan barkirin yan bombebarankirin, ji ber vê yekê rê li pêş gihiştina alîkariyan bo taxên rojhilat girtin”.
û şoreşgeran di şerê “Dastana Mezin Ya Helebê” de, karîn dijî hêzên Esed û milisên çekdar bi ser bikevin, piştî kontrolkirina Kolîja Topxaneyan û çend taxên doruber, wek taxa Elramûsê û pirojê 1070 xanî”, bi vê serkeftinê karîn riyan li pêş taxên rojhilat ên bajarê Helebê yên ku hejmara nişteciyên wê nêzîkî 350 hezar kesî ye vekin.
Û ligor axavtinên çalakvanan, piştî şikandina dorpêçê, bazarên Helebê vegeriyan wek berê, û niha gelek karwanên alîkariyan û yên bazirganan derbas dibin.
Jêder: Hevbendî + Royterz