Dagîrkariya Rûsî di çarçova oparesyonên xwe yên dijî sivîlan de, û piştî ku şoreşgeran karîn dorpêçkirina taxên rojhilata Helebê têkbişkînin, carek din navendeka saxlemiyê li navçeyên rizgarkirî bombebarana kir, du karmend têde hatin kuştin û nexweşxane bicarekê ji kar ket.
Ligor hin çalakvanan, duhî firokên Rûsiya bi mûşekekê nexweşxaneya zarok û jinan li bajarokê Kefir Hemra li gundewarê bakurê Helebê bombebaran kirin, û têde firyadkar û peristyarek hatin şehîdkirin, û nexweşxane hate wêrankirin û bicarekê ji kar ket.
Komîta Sûrî ya mafê mirov got ku “firyadkar Nizar Îsma’îl yê ji parêzgeha Helebê û ji ber bombebarankirina nexweşxaneya zarok û jinan li bajarokê kefir hemra duhî roja înê, jiyana xwe jidest da”.
Herwiha karmendên biyavê nojdariyê di hevdîtinekê de ligel wezîrê saxlemiya hikûmeta demkî Firas Elcindî û hejmarek ji endamên Hevbendiyê berî du rojan gotibûn, ku 36 navendên pizîşkî di dema 40 rojan de li ser destê rêjîma Esed û Rûsiya hatine bombebarankirin, tevî derketina biryara 2286 ya encûmena ewlekariyê di 3’ê gulana bûrî de, ya ku bi tundî karên tundutûjiyê û armanckirina nexweşane û karmendên biyavê pizîşkî şermezar dike.
Jêder: Hevbendî