Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpirs wek bersivekê li ser ragihandina helawîstina gihandina alîkariyan ji aliyê Stîvan Dîmestora ve, ev daxuyanî da: Ragihandina şanderê navdewletî hat, piştî qedexekirina derbasbûna alîkariyên sînordarkirî bo piraniya navçeyên dorpêçkirî li gundewarê Şamê û Himus û Der’a bêhtir ji heyvekê, hevdem digel redkirina her yek ji rêjîmê û milisên Hizibulal û pasdarên Îranê û hêzên Rûsiya ji derbaskirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî re.
Em di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, berpirsyaretiya berdewamiya dorpêçkirinê û qedexekirina derbasbûna alîkariyan têxin di stûyê rêjîma Bişar û hevalbendên wê de, ku ew yek dibe binpêkirinek ji biryarên encûmena asayîşê re, nemaze biryara 2254 ya daxwaza bilez a rakirina dorpêçkirinê û rawestandina bombebarankirina sivîlan dike.
Ku xistina astengiyan li pêş derbaskirina alîkariyan, û dijberiya cêbicêkirina biryarên encûmena asayîşê, û hişyarîdana li ser zarê berêz Ban Kîmon hatbû derbarê ku rewşa Helebê bûye bobilatek mirovî ya bêhempa. tevde li ser NY ferz dikin ku carek din û bi awayekî rijd û li ser astê encûmena asayîşa navdewletî vê mijarê dubare gengeşe bike, û aliyên astengiyan datînin li pêş warê mirovî destnîşan bike, û bizavên bilez û ligor yasa navdewletî ya mirovahî û yasa navdewletî ya mafên mirov bike, û rê li pêş bikaranîna derdeseriyên sivîlan û terorkirin û tirsandina wan ji bona qazancên siyasî bigire, herwek Rûsiya û Îran milîtanên mirinê yên olperest bikartînin wek amûr ji bona pêkanîna tawanên dorpêçkirin û birçîkirin û kuştinê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
18 tebaxa 2016